'Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên me ne' 2020-12-06 13:02:35   STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP'ê, bi rêya vîdeoyeke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin banga xwedîderketina grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin, kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PJAK'ê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan dabûn destpêkirin, dewam dike. Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.   'Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên me ne'   Meclîsa ciwanan, di parvekirina xwe de wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dan destpêkirin di roja 10'emîn de dewam dike. Werin em bi rihê Kemalan, Mazlûman û Xeyriyan li kolan, tax û kuçeyan xwedî li vê berxwedana bi rûmet a girtiyên siyasî derbikevin. Daxwaza girtiyan, daxwazên me ne. Bijî berxwedana zindanan."