Sebahat Tuncel li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi grevê dike 2020-12-06 11:15:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 10 roj e berdewam dike. Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat  Tuncel a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê 4 sal e girtî ye jî biryar da ku tevli çalakiya greva ku kom bi kom berdewam dike bibe.   Beriya Sebahatê jî li heman girtîgehê Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya malbata xwe ragihandibû ku wê bikeve greva birçîbûnê.    Bi ser qawîşan de girtin   Piştî ku Çaglarê diyar kir ew ê bi jineke din a li girtîgehê re bikeve grevê, bi ser qawîşên Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel, Hevşaredarên berê yên Dêrsimê Nurhayat Altun, Edîbe Şahîn lê ne de hatibû girtin, pirtûk, pênûs û defterên wan hatibûn desteserkriin.    Daxwaza neqilkrinê   Herwiha li gorî agahiyên hatin girtin, hat diyarkirin ku daxwaznameya Sebahat a ku wê dest bi grevê bike jî hatiye desteserkriin û hat diyarkirin ku Sebahatê di daxwaznameya xwe de xwetiye ku neqlî Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye bê kirin.