Jinên Şengalê: Li dijî planên dagirkeriyê dê têkoşîna me bidome 2020-12-06 11:08:32   Evîn Zenda-Elmas Nayif    ŞENGAL - Jinên serdana asayişên xweser ên girêdayî Şengalê kirin dan zanîn ku ew ê piştigiriya xwe ya ji bo asayişên xweser ên girêdayî Şengalê heta dawiyê bidomînin û wiha gotin:"Dijmin çiqas jî bixwaze axa me dagir bike û siyaseta xwe ya qirêj li ser me bimeşîne jî em ê wekî Êzidî destûrê nedin vê yekê. Li dijî siyaset û planên dagirekeriyê dê têkoşîna me bidome."   Ji Roja Peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin şêniyên Şengalê li dijî vê peymanê çalakiyan li dar dixin. Her wiha di vê çarçoveyê de şêniyên Şengalê serdana asayişên xweser ên Xanesor, Behrava û Amedê dikin û bi vê yekê piştgiriyê didin. Jinên ku ji bo piştgiriyê serdana asayişên xweser ên girêdayî Şengalê kirin peyama berdewamiya têkoşîna li dijî peymanên bêyî îradeya wan tên çêkirin, dan.    'Ew ê xewnên wan pêk neyên'   Sulala Qasim da zanîn ku ew dev ji piştigiriya ji bo asayişê bernadin û wiha got:"Em ji bo serdana hevalên xwe yên asayişê hatine. Em ê tucaran dest ji asayişên xwe bernedin. Her wiha em dest ji YBŞ û YJŞ’ê û tevahî saziyên xwe bernadin. Dijmin ciqas bixwaze axa me dagir bike û siyasetên xwe yên qirêj li vir bide meşandin jî em wek Êzidî destûrê nadin vê yekê. Weke Meclîsa Xanesorê ya xweser û ya giştî em tev li vir amade ne. Bila dijmin bizane em ê tucaran terka çalakiyên xwe nekin. Ew çiqas di tunebûnê de israr bikin em ê jî di hebûnê de israr bikin. Dijmin ji xwe re xewnan dibînin, bila baş bizane em ê tucaran axa xwe, gund û bajarên xwe nedin wan. Ew ê xewnên wan pêk neyên. Ev hêzên me tev xwişk û birayên me ne, ji ola me ne. Ev şeş sal e ew me diparêzin. Ji vir şûnde jî ew ê me biparêzin. Li ser vê axê me bi sedan Şehîd daye, nabe em destûr bidin van dijminan. Bila biryarên rast bidin. Ew mecbûr in vê hêzê bipejirînin.Yan na em ê çalakiyên xwe bidomînin."   'Heta serkeftinê em ê têkoşînê dewam bikin'   Semîra Seîd jî bal kişand ser biryara berdewamiya çalakiyên xwe û wiha got:"Çalakiya me ya îro jî dubare ji bo piştgiriya asayişên me bû. Heta em serkeftinê bi dest nexin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em li pişta tevahî hêzên xwe ne. Ji saziyên civakî bigire heta yên leşkerî em pişta tevan in. Kî çi dibêje bila bêje, em ji biryar û fermanên kesekî jî natirsin. Asayişa me taca serê me ye. Heta serkeftinê em ê têkoşînê dewam bikin. Em ê heta dawî biparêzin û em ê bi serkeftinê pilanên li ser Şengalê  vala derxin."