‘Vîn û têkoşîna jinê hedef tê girtin’ 2020-12-06 10:17:54   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel a ku 4 rojan binçavan de ma, anî ziman ku di serdegirtina malan de kurê wê gelek tirsaye û bin xwe de kiriye. Nafiye, got: “Vîn û têkoşîna jinê hedef hatiye girtin. Dixwazin vîna jinê desteser bikin. Lê em ê li hember van êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe xûrtir bikin.”     Ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) de operasyon hat destpêkirin û bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel jî di nav de bi tevahî 23 kes hatibûn binçavkirin. Ji 23 kesan yek ji ber testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket di bin tedawiyê de ye, dê piştre bê lêpirsînkirin 19 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kes jî hatin girtin.     Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel a ku  4 rojan di bin çavan de ma, derbarê serdegirtin, binçavkirin û girtinan de nirxandin kir.   'Derûniya zarokên me xira dibe'   Nafiye, anî ziman ku polîsan serê sibehê zû bi ser malên wan de gittine, derî û paceyên mala wê şikandine û wiha berdewam kir: “Bi hovîtiyek mezin bi ser mala me de girtin. Gotin li erdê dirêj bibin, lê min bi a wan nekir. Ew mabû ku pê li zarokê min ê 5 salî bikira û min ew ji bin piyên wan xilas kir. Ji serdegirtinan herî zêde zarok bi bandor dibin û gelek ditirsin. Zarokên min jî gelek tirsiyan. Bi van serdegirtinan derûniya zarokan xira dibe. Ger gazî me bikin hewce nake bên bi ser malan de bigirin ji xwe em ê biçin îfadê bidin. ”   ‘Dixwazin vîna jinê desteser bikin’   Nafiye, di dawiya axaftina xwe de got ku ev êrîşên ku tên kirin bi taybetî vîn û têkoşîna jinê hedef digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îqtîdar bi salane li dijî me kurdan êrîşên xwe didomîne. Îktîdara ku ji salên 90’î heta niha hovîyiys xwe dimeşîne dixwaze kurdan tune bike. Lewra jî bi van girtin û binçavkirinan dixwazin kurdan bitirsînin. Lê belê em ji êrîşan natirsin. Her ku diçe em bi hêztir dibin. Ev êrîş bi taybetî vîn û têkoşîna jinê hedef digirin. Dixwazin vîna jinê desteser bikin. Ev êrîşên wan jî tê wateya bêtetehemûlaya wan ji têkoşîna jinê re tuneye. Lê em ê li hember van êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe xûrtir bikin. Em serî natewînin. Tu êrîş nikare pêşiya têkoşîna me bigire. Em jin li dijî zilmê û neyartiyê serî radikin. Em ê berxwedanê bidomînin. Em ê dengê xwe li her qadê bilind bikin. Divê tu kes li hember van êrîşan bêdeng nebîne.”