Komcivîna Jineolojiyê ya li Mexmûrê bi dawî bû 2020-12-06 09:49:01   MEXMÛR - Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê ve bi dirûşma ‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ komcivînek hat lidarxistin.   Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve komcivînek bi dirûşma ‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ hat lidarxistin. Armanca Komîteya Jineolojiyê ya vê komcivînê ew bû ku xebatên xwe yên salekê binirxînin û bi çavên zanista jinê heşt qadên Jineolojiyê bigirin dest. Di heman demê de jî li wargehê şêweya rêxistinkirina jinê ya di nava pergala netewa demokratîk de jî hat nîqaşkirin.    Komcivîn li Kafeteriya Zîn hat lidarxistin. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Komcivîn bi moderetortiya Rojnamevan Filîz Budak ve hate birêvebirin. Derbarê komcivînê de endama Komîteya Jineolojiyê Sungûl Gûler axavtina vekirinê kir.    'Bi zanista jinê me civak da avakirin2   Songulê, bal kişand ser girîngiya xebatên Jineolojiyê û got: "Di nava kaoseke ewqas mezin de bi nasnameya jinê nîqaşkirina li ser jinê ji bo me cihê şanazî û serfiraziyê ye. Em jin bi hezaran sal ji bilî xwe û nasnameya xwe me tenê cîhan nîqaş kiriye. Ev jî bi xwe re dûrbûnek xistiye nava me tevahî jinan. Bi zanista jinê me civak da avakirin, hemû tiştên jiyanê ku me keşif kir û me xist xizmeta civakê, heta bi zanista jinê me hezkirin da avakirin. Rêber Apo jî ji bo me jinan ev zanist weke qadekê vekir. Em jî li ser vêya xebitîn. Ji bo wê jî zanist ji bo me jiyan e. Ev 26 sal e me weke jin li vir jiyanek û pergalek daye avakirin. Me tenê bi dewletekê re têkoşîn nekiriye, bi çend dewletan re me têkoşîn kiriye. Îdîayeke me ya pir mezin a derbarê zanista jinê de heye  û em ê li ser van nîqaş bikin."   'Jiyaneke ku jinê dijiya hebû'   Di nava komcivînê de mijarên cuda cuda hatin nîqaşkirin, bi taybetî jiyana jinan a di nava penabertiyê de û sazîbûnên ku di nava şert û mercên penabertiyê çawa hatin pêşxistin. Derbarê vê mijarê de Mamoste Zeyneb Kara wiha nêrînên xwe anî ziman: “Jiyaneke ku jinê dijiya hebû, lê belê di aliyê zanista jinê de kêmahiyek hebû ew jî ji aliyê Rêber Apo ve ji nava zîndana Îmraliyê weke fikirekê hate pêşkêşkirin. Ev fikir û raman jî ji aliyê tevahî jinan ve bi germahiyekê û eleqeyeke mezin ve hate pêşwazîkirin. Ji bo wê jî weke jin em ê çawa bikarbin vê yekê fêm bikin û bikin zimanekî perwerdehiyê, ji ber em zanista jinê nekin zimanekî perwerdeyê wê perwerdeya me seqet bimîne. Em jî weke wargeh pêwîst e ew xebatên ku me heta cihekî aniye em bikin malê giştî cîhanê.”   'Divê em ji bo hemû jinan bibin bersiv'   Derbarê rol û misiyona jinê ya di zanista jinê de jî Mamoste Bêrîvan Kaya wiha axivî: “ Ev cara yekê ye ku komcivîna Jineolojiyê di wargehê de tê meşandin. Weke jinên ku ev bi salane em penaber bûne me di gelek aliyan de zorî û zehmetî kişandine. Niha jî em lê meyze bikin di gelek mijaran de bêdengiya jinê derdikeve pêşberî me. Di gelek aliyan de tekoşînek hîn zêdetir jê re pêwîst e, ji ber li hemberî têgihiştina jinê hîna gelek kêmasiyên me hene. Ji bo wê jî pêwîst e em zanista jinê li her cihê bixin zanista serdemê û bikaribin dengê xwe bigihînin her cihê ku pêwîstiya jinan bi vê zanistê heye. Jin di Rojhilata Navîn de çavkaniya jiyanê ye lê em li rewşa jinan ya heyî temaşe bikin, êdî rol û misyona jinê nemaye ji ber keda jinê her tim hatiye wendakirin. Ji bo wê jî pêwîst e em di vê mijarê de ji bo tevahî jinan bibin bersiv .”     'Em weke jin hêzê ji xwe digirin'   Axaftina girtinê ya komcivîna Jineolojiyê ji aliyê Rojnamevan Filîz Budak ve wiha hat kirin: “ Tu civak rê nade ku jin bibe hebûnek. Ji bo wê jî  em ê  hêzê ji xwe bigirin.  Pêwîst e her jinek ji xwe re bibêje ez xwe di Jineolojiyê de çawa dibînim? Erka min di nava Jineolojiyê de çi ye û ez ê çawa Jineolojiyê di cewhera xwe de bidim rûniştandin.”   'Girtiyên azadiyê barê rûmetê girtine ser milê xwe'   Piştî axaftina girtinê li ser navê  Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê  bi daxuyaniyekê girevên birçîbûnê yên zindanan hatin silavkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok ve hat dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “ Di serî de Rêber Apo û tevahî girtiyên azadiyê yên ku di roja vejînê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine silav dikim. Di bin şert û mercên herî zehmet de careke dinê dest bi çalakiyê kirine û barê rûmetê girtine ser milê xwe. Heta ku daxwaza gelê kurd û tevgera azadiyê pêk neyê em ê tu carî nesekinin û em ê her li berxwe bidin.”    Komcivîn bi dirûşma: ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘ Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.