'Divê ew bi kiryarên xwe xizmeta dijmin nekin' 2020-12-06 09:05:38   Berçem Cûdî   KOBANÊ -  Siyasetmedar Gûlîstan Etî serdana nûnerê ENKS'ê ya Efrînê rexne kir û got: "ENKS bi van kiryaran dagirkirina Efrîn û herêmên din rewa nîşan dide. Ev siyaset cihê rexneyê ye. Divê ew bi kiryarên xwe xizmeta dijmin nekin."   Nûnerê ENKS'ê yê di nava hêzên Opozisyona Sûrî de, Ebdullah Kido di hefteya borî de serdana herêma Efrînê kir. Nûnerê ENKS'ê serdana gora yek ji fermandarên artêşa tirk kir. Her wiha bi kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef re rûnişt û wêneyên xwe di nava bajar û darên zeytûnan de girt. Ev serdana ku di demeke diyalogên Kurdî-Kurdî de pêk hat, ji aliyê siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr û civakê ve hat şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîn û nirxandina Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurdên Sûriyê (PDKS) Gûlîstan Etî girt.   'Serdana Efrînê re dagirkeriyê rewa dike'   Gûlîstanê di destpêkê de serdan şermezar kir û got: "Serdana nûnerê ENKS'ê yê hêzên opozisyona Sûrî ya Efrînê, cihê şermezarkirinê ye. Ew serdan dagirkirina Efrînê rewa dike û weke bajarekî rizgarkirî dide nîşandan. Lê di rastiyê de Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û rojane rastî kiryarên herî hov û qirêj tê. Ji ber vê dema ku kesayeteke kurd û nûnertiya partiyeke kurdî dike, serdana welatê xwe yê dagirkirî bike şaştiyeke mezin e."   'Divê ENKS xwe ji Opozisyona Sûrî vekişîne'   Gûlîstanê di domandina axaftina xwe de bang li ENKS'ê kir û wiha domand: "Diviyabû ENKS'ê ji despêkê de xwe ji nava hêzên Opozisyonê vekişan da, ji ber ku ev hêz di roja îro de di bin navê artêşa neteweyî ya Sûrî de alîkariya dewleta tirk kirin ku Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir bike. Ew niha weke çete ji bo xizmeta dewleta tirk dixebitin, ji ber vê nabe tu partiyên kurdî jî dostaniyê bi dijmin re bike. Her wiha Sekretera Partiya Sûryaya Pêşeroj Hevrîn Xelef û bi dehan sivîl bi destê van çeteyan hatin qetilkirin. Weke xûya bû nûnerê ENKS'ê bi qatilê Hevrîn Xelef re li ser heman maseyê rûnişt û di nava Efrînê de geriya. Li ser vê bingehê em dibêjin divê ENKS bi awayekî cidî pêwindiya xwe ji Opozisyonê qut bike, ji ber ku ev hêz tu caran wê nikaribe mafên Gelê Kurd bidê, berovajî vê yekê, ew li dijî Gelê Kurd weke çete tev digerin."   'Pêwîst e pêşniyarên ENKS'ê nekevin xizmeta dijmin'   Gûlîstanê polîtîkeyên ENKS'ê nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ziman nasnameya gelan e, loma divê her gelek bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî. Em weke Gelê Kurd bi salane ji bo nasnameya xwe têdikoşin, berhemên vê têkoşînê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de derketin. Di roja îro de zarokên me di dibistan, zanîngeh û peymangehan de bi meteryalên Kurdî dixwînin. Piştî ewqas têkoşîn em dibînin ENKS daxwaza rakirina meteryalên kurdî dike, ev yek nayê qebûlkirin û dikeve xizmeta dijmin. Bi Rêveberiya Xweser ya demokratîk re pergala hevseroketiyê ket meriyetê. Weke jineke siyasetmedar ez dibêjim ev pergal bi awayekî xurt mafê jinan diparêze û rola wê dide pêş. Me weke kes bi salane tenê nêrîna takekesî dîtiye, bê guman ew jî ya mêr bû. Lê niha em dibînin herdû zayend bi awayekî wekhev civaka xwe bi rê ve dibin. Loma em weke jin di despêkê de nêrîna ENKS'ê ya rakirina pergala hevseroketiyê jî qebûl nakin."   'Em yekrêziya xwe bi ser bixin'   Gûlîstanê nêzikatiyên ENKS'ê rexne kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di pêvajoyeke ku em behsa yekrêziya Kurdî dikin, polîtîkeyên ENKS'ê cihê rexneyê ne. Divê helwest, nêrîn û kirinên ENKS'ê nekevin xizmeta dijmin, berovajî vê yekê em bi rengekî lezgîn yekîtiya xwe ava bikin, li dijî êrîş û dagirkeriyê hêza xwe xurtir bikin û pergala xwe dewlemend bikin. Loma ev serdana Efrînê ya nûnerên ENKS'ê di xebatên yekrêziya Kurdî de nakokiyan çêdike, ev yek jî xwestekên dijmin e ku yekrêziya kurdan bi ser nekeve."