Îman Zehran: Zagonên navneteweyî jî jinan naparêzin 2020-12-06 09:03:27   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî  Dr.Îman Zehran binpêkirina maf û sûcên li hêrêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de tên kirn nirxand. Îmanê wiha got: "Pêwîst e mekanîzmayên şopandinê bên xurtkirin û li ser raporên sûcên dewleta tirk dike belge, bê rawestandin."   Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne gelek binpêkirina mafan û sûc pêk tên. Li gor agahiyên ku hatine parvekirin li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jin tên revandin, îşkencekirin û bi tecawizê rû bi rû tên hiştin. Têkildarî mijarê Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî  Dr.Îman Zehran a ji welatê Misrê ji ajansa me re axivî.    'Zagonên navneteweyî jî jinan naparêzin'   Îmanê bal kişand ser zagonên mafên mirovan û wiha got:"Mixabin Zagonên Mafên Mirovan ên Navneteweyî di êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê de bi cih nehat. Jin nehatin parastin. Jin bi êrîş û kiryarên dewleta tirk re rû bi rû man. Zagonên navneteweyî jî jinan naparêzin. Di sala 2000'an de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  di madeya 1325’an de biryarnameya di derbarê jin, aştî û ewlehiyê de gelek xal pejirandibû û têde banga zêdekirina beşdariya jinan dike. Her wiha di perspektîfa zayendiyê û di hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî de, besa pêkanîna aştiyê û azadiya jinê tê kirin. Tevî pirbûna biryar û qanûnên li ser parastina sivîl û jinên li deverên şer ango di deverên aloz de, pêkanîna qanûnan li ser rûyê erdê pir bi nakok e.  Ji ber wê qanûna mirovahî ya navneteweyî, di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina jinan nekir. Di heman demê de  çerxa navneteweyî nikaribû jinên kurd û hemû jinên li Sûriyeyê ji tundiya dewleta tirk biparêze. Bûyerên binçavkirina jinan û windakirina wan, kuştin, destdirêjî û kiryarên din ên ku di derheqê wan de tên kirin, ne li gorî biryarên referansa Neteweyên Yekbûyî ne."   'Divê biryarên navneteweyî yên parastina jinan dike pêk werin'   Îmanê da zanîn ku divê parastina jinan girîng e û wiha got:"Pêwist e hemû biryarên navneteweyî û qanûnî yên ku parastina jinan dike pêk werin. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  deverên ku dewleta tirk dagir kirine divê ev yek pêk bê. Ji ber ew jin rojane bi kiryarên bê exlaqî û mirovî re rû bi rû dimînin.  Li dijî jinan di rewşên pevçûnan de gelek bûyer pêk tên. Bi armanca xurtkirina hevrêziya mekanîzmayên heyî yên Neteweyên Yekbûyî û piştgirîkirina bidawîbûna tundiya li dijî jinan bi her awayî, pêwist e em xebat bikin. Li gorî nêrîna min, divê jin weke qurbanên pevçûnan neyên dîtin. Ji ber Jinên Sûrî û taybet ên Kurd wekî beşek ji civaka sivîl a rêxistinkirî, endamên tevgerên têkoşîn û berxwedanê, her wiha wekî aktorên pêvajoyên avakirina aşîtiyê ne. Loma parastina jinan a li dijî dewleta tirk girîng e Rewş û reformên piştî pevçûnê dikare wekî fersendekê were dîtin da ku sûd ji mafên jinan bê wergertin. "   'Divê zext li ser dewleta tirk zêde bê kirin'   Îmanê bi lêv kir ku divê zext bê kirin û wiha pê de çû:"Di asta herêmî û navneteweyî de gelek gav hene, lê ji bo vê yekê pêdivî bi gelek alav û mekanîzmayên zextê heye. Divê zext li ser dewleta tirk zêde bê kirin. Tundî û îşkence hatine belgekirin û ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê re hatine şandin. Tê de daxwazên mafên mirovan ên ji bo pêkanîna rêzikên qanûnên navneteweyî yên li herêmê şer, ji bo parastina mafên sivîlan, jin û zarokan hene. Lê bê bersiv dimînin. Li gorî texmîna min pêdivî bi zextê û gelek amûrên pêşîgirtina ji bo kiryarên bê exlaq yên dewleta tirk ên li Sûriyeyê, heye. Ev jî hewcedariya wê bi gelek hevpeymanan û aliyên herêmî û navneteweyî ku rastî girîngiyê didin van mijaran, heye. Her wiha Pêwîstî bi afirandina makanîzmeyên pêkanîna biryaran û qanûan bi cih bîne, heye. Qanûn heye û biryarên wê jî hene, lê têr nakin ku ji tundî û îşkenceya dewleta tirk re bibe asteng. Daxwazên me  ew in ku hemû alî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên di derbarê rewşa mirovî ya sivîlan, jin û zarokan de yên wan diparêzin bi cih bînin."