Şêniyên Efrîn û Şehbayê ambargoya li ser Şehbayê şermezar kirin 2020-12-05 18:18:34   ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dorpeça Rêjîma Sûriyeyê ya li ser Kantona Şehbayê xwepêşandanek li dar xistin.   Rejîma Sûriyeyê Kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne dorpêç kiriye. Her wiha Rejima Sûriyeyê pêdiviyên girîng ên jiyanî yên mîna ard, mazot û alavên tenduristiyê li ser gelê koçber qut kiriye. Li dijî vê ambargoyê şeniyên Şehba û Efrînê daketin qadan û dorpeç şermezar kirin. Şênî ji qada navçeya Ehdas a Şehbayê heta benda kontrola Rejîma Sûriyeyê meşiyan û li pêşiya benda kontrolê çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Di xwepêşandanê de şênîyan bîdonên mazotê girtibûn dest xwe.    Paşê şandeyek ji 5 kesan ên nûnerên Efrîn û Şehbayê derbasî gel cihê di bin kontrola Rejîma Sûriyeyê bûn. Şandeyê daxwaza gel ji wan re parve kirin.   Piştî şande vegeriya, li ser navê şandeyê Necah Hisên axivî û got: "Weke şandeya ku em nûnertiya gelê xwe dikin, me daxwazên gelê xwe ji Rejîma Sûriyeyê re parve kir û Rejîmê soz da ku wê piştî 3 rojan dorpeça li ser Kantona Şehbayê rabikin. Ger Rejîm daxwazên gel bi cih neynin em ê carek din dest bi çalakiyên xwe bikin da ku daxwazên gel pêk bînin."   Têkîldarî xwepêşandanê Endama Meclîsa Kantona Efrînê Xatûn Sûltan helwestê xwe wiha anî ziman: "Em weke şêniyên Efrîn û Şehbayê ambargoya ku li ser Şehbayê hatiye danîn bi tundî şermezar dikin. Em weke şêniyên Efrînê koçber bûn û em gelek zehmetiyan dijîn. Niha demsala zivistanê hat û şert û mercên zivistanê pir dijwar derbas dibe. Rejima Sûriyeyê niha li ser me pêdiviyên jiyanê û tenduristiyê qut kiriye. Heta dawiyê em ê li dijî bi vê ambargoyê çalakiyên xwe bidomînin."   Çalakî bi dirûşma "Yeke yeke gelên Sûriyeyê yeke" bi dawî bû.