Xizmên Windayan li aqubeta Mehmet Ozdemir pirsîn 2020-12-05 15:52:06   AMED - Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 617'emîn de li aqubeta Mehmet Ozdemîr ê ku di 26’ê kanûna 1997’an de li Amedê bi zorê li wesayîtekê hat siwarkirin û hat windakirin, pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 617’emîn de ji ber qedexeya derketina derve ya ji bo bergriya pandemiyê çalakiya xwe bi awayekî online li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku di 27’ê kanûna 1997’an de li cem hevalên xwe ji aliyê kesên bibêtêl û bikincên sivîl ve bi zorê li wesayîtekê hat siwarkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.    Berî windakirinê tê binçavkirin   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka windabûna Ozdemîr parve kir. Akdenîz, diyar kir ku Ozdemîr bavê 7 zarokan bûye û ji ber zextên dewletê yên demê ji neçarî ji gundê Arakî yê navçeya Licê ya Amedê koçî navenda Amedê kiriye û wiha got: “Piştî vê qetandinê gundê Arakî ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Beriya windabûna xwe Ozdemîr çend caran tê binçavkirin û îşkencekirin.”   'Bi zorê li wesayîtekê tê siwarkirin'   Firat , da zanîn ku Ozdemîr roja ku bê windakirin ji malbata xwe re dibêje wê biçe xirbe û ji malê dertê û ev tişt gotin: “Diçe qewexaneyeke li cem xirbe. Dema ku li vir bi hevalên xwe re rûniştiye; 2 kesên biçek, bibêtêl û bikincên sivîl tên cem wî û dixwazin ku bi wan re biçe. Dema ku vê qebûl nake tê derpkirin û bi zorê li wesayîtekê tê siwarkirin. Ev li ber çavên çend kesan pêk tê, lê ji ber ku xwendin û nivîsandina wan tunebûye pîlaqeya wesayîtê nagirin.”   'Ji hiqûqa navxweyî tu encam nehat girtin'   Firat, qala pêvajoya hiqûqî ya ji bo windabûna Ozdemîr jî kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Hevjîna Ozemîr Enzîle Ozdemîr, bi alîkariya parêzerên komeleyê bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) da. Dadgehê di daxwaznameyê bersivê de got ku Mehmet Ozdemir ji aliyê miduriyeta polisan ve hatiye binçavkirin. Lê li ser vê belgenameyê îmzeya tu rayedarekî tunebû. Ji ber ku di hiqûqa navxweyî de encamek nehat bidestxistin, malbatê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMME’yê di 7’ê cotmeha 2008’an de biryara “binpêkirinê” da.”