'Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya bi israr hêzê dide me' 2020-12-05 15:20:41   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 819’emîn a çalakiya xwe de li aqubeta Îbrahîm Demîr  û Agît Akîpa yên li Şirnexê dibin çavan de, hatibûn windakirin pirsîn. Keça Agit Akîpa, Sûzan Akîpa wiha got:"Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya bi israr hêzê dide me."   Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 819’emîn de çalakiya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiyê de, hat xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ên di 12'ê kanûna 1991’an de, li gundê Çûkûlû yê girêdayî Navçeya Hezex a Şirnexê hatin binçavkirin û dûre cenazeyê wan hatibûn dîtin bên darizandin.    'Em dixwazin faîlên wan bên dîtin'   Kurê Îbrahîm Demîr, Metîn Demîr, dest pê kê axivî û wiha got: “Ev 29 salin em li aqûbeta windahiyên xwe digerin. Dema ku bavê min û apê min xwestin bên gund, endamên JÎTEM’ê pêşiya wan girtin û binçav kirin. Di encama lêgerînê de me cenazeyên wan di şikefteke berê de dît. Bavê  min bi îşkencê qetil kiribûn. Apê min jî bi çekê. Ji wê rojê û şûnde em li faîlên wan digerin û dixwazin bên darizandin. Lê heya roja îro tu tişt nebû. Em dixwazin faîlên wan bên dîtin. Ger 8 hezar û 19 heftî jî derbas bibin, em ê dîsa li qadan bin û bixwazin bersûcên wan bên darizandin û ceza kirin.”   'Têkoşîna dayika min a lêgerîna edaletê hêz da min'   Dûre keça Agît Akîpa Sûzan Akîpa mafê axaftinê girt. Sûzan, diyar kir ku wê qet bavê xwe nedît û wiha bi lêv kir: “Dema ku bavê min qetil kirin, ez nû ji dayik bûbûm. Ji ber vê jiyana bi bavê min re çawa bû ez nizanim. Lê têkoşîna dayika min a lêgerîna edalet û hiqûqê her tim hêz da min. Ev jî ji bo min pir bi nirx e.”   'Em ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin'   Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî, bal kişan ser qetilkirina bav û apê xwe û wiha axivî: “Bav û apê min bûn qûrbanên cînayetên kiryar ne diyar. Lê faîl eşkere ne. Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Karê Hûndir û hemû rayedarên wê demê berpirsê cînayetên van mirovan e. Bi salan derbas bibe jî, wê ew roj ji bîra me neçe. Em ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin. Em li benda edaletê ne.”   Divê bersûc bên cezakirin   Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 819’emîn, ji Mirovên Şemiyê Oyku Dîlara Keskîn xwend.  Dîlara , çîroka Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa vegot û wiha got: “Di lêpirsînên hatin meşandin de tu encam derneket holê. Di dawiya dawî de, dosyeya lêpirsîn bi hinceta dembûriyê, hat girtin.”   Dîlara, dest nîşan kir ku divê faîl bên cezakirin û wiha bi dawî kir: “Di 29’emîn salvegera windakirina Demîr û Akîpa de, em carek din bang li desthilatdariyê û meqamên edlî dikin ku erka xwe bi cih bînin. Kesên Demîr û Akîpa binçav kirin, îşkence kirin û dûre qetilkirin, bes biparêzin. Em dixwazin ku hûn wan bi awayekê adîlane ceza bikin.”