Kongreya Star ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de daxuyanî da 2020-12-05 13:26:41   HELEB - Rêxistina Kongreya Star a Bajarê Helebê ji bo girtiyên ku di zindanên dewleta tirk de bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li zindanan di greva birçîbûnê de ne, daxuyanî da.   Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, û li dijî binpêkirina mafên li zindanan hejmarek girtiyên ku di zindanên tirkiyeyê de ne ketine greva birçîbûnê. Têkildarî mijarê Rêxistina Kongreya Star a Bajarê Helebê daxuyanî da û berxwedana çalakvanan pîroz kir. Daxuyanî li Hola Şehîdan a Taxa Şêx Meqsûdê bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl, hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêvebira Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd Emîne Xidir ve, hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    “Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin û zextên dewleta tirk ên li ser girtiyên di zindanan de, em bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo bi fikrê xwe nirxê gelan parast û zanebûneke xurt di nava civakê de belav kir, ji bo wê tecrîd felsefeya Rêber Apo di serî de armanc digire. Di zindana Îmraliyê de zagonên mafê mirovan nayên pêkanîn û her diçe dijminê me tecrîdê li ser Rêber Apo giran dike.      Bi armanca rakirina tecrîdê mirovên welatparêz ên ku niha di zindanên dewleta tirk de li ber xwe didin, di greva birçîbûnê de ne. Em ji Rojavayê Kurdistanê heta zindanê berxwedana wan silav dikin. Siyasetên qirkirinê nikarin vîn û îradeya Gelê Kurd a ji bo doza azadiyê bişkînin. Em van siyasetên qirêj ên li ser rêberê xwe û gelê xwe qebûl nakin. Banga me ji hemû mirovên welatparêz heye ku destekê bidin girtiyên zindanan û dest bi çalakiyên xwe bikin.  Banga me ji rêxistinên mirovî re heye ku bi erka xwe rabin û dawiyê li tecrîdê bînin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.