Web sîteya ajansa me hat astengkirin 2020-12-05 10:03:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku me biryarên polîtikayên dijminatiya jinê ya darazê û îktidarê kir nûçe web sîteya ajansa me hat astengkirin.   Bi hinceta biryara 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ji aliyê Saziya Têkiliyê û Teknolojiyên Zanistê  (BTK) ve hat astengkirin. Wekî hincet jî nûçeyên me yên têkildarî biryarên polîtikayên dijminatiya jinê ya darazê û îktidarê û bêcezahiştina çanda tecawizî hatin nîşandan.    Hûn dikarin bi lînka "http://www.jinnews15.xyz/" bigihêjin ajansa me.