‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ 2020-12-05 09:49:54   MEXMÛR - Îro ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya  Mexmûrê ve bi dirûşma "Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ komcivînek tê lidarxistin.   Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve îro komcivînek bi dirûşma "Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin" tê lidarxistin. Armanca Komîta Jineolojiyê ya vê komcivînê ew e ku xebatên xwe yên salekê binirxînin û bi çavê zanista jinê heşt qadên Jineolojiyê bigirin dest. Di heman demê de jî li Wargehê şêweya rêxistinkirina jinê ya di nava pergala netewa demokratîk de jî wê bê nîqaşkirin. Komcivîn li Kafeteryaya Zîn tê li darxisitin. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Komcivîn bi moderetortiya Rojnevan Fîlîz Budak hate birêvebirin.  Derbarê komcivînê de endama Komîteya Jineolojiyê Sungûl Gûler axavtina vekirinê kir.   'Bi zanista jinê me civak da avakirin'   Songulê, bal kişand ser girîngiya xebatên Jineolojiyê û got: "Di nava kaoseke ewqas mezin de bi nasnameya jinê nîqaşkirina li ser jinê ji bo me cihê şahnazî û serfiraziyê ye. Em jin bi hezaran sal ji bilî xwe û nasnameya xwe me tenê cîhan nîqaş kiriye. Ev jî bi xwe re dûrbûnek xistiye nava me tevahî jinan. Bi zanista jinê me civak da avakirin, hemû tiştên jiyanê ku me keşif kir û me xist xizmeta civakê, heta bi zanista jinê me hezkirin da avakirin. Rêber Apo jî ji bo me jinan ev zanist weke qadekê vekir. Em jî li ser vêya xebitîn. Ji bo wê jî zanist ji bo me jiyan e. Ev 26 sale me weke jin li vir jiyanek û pergalek daye avakirin. Me tenê bi dewletekê re têkoşîn nekiriye, bi çend dewletan re me têkoşîn kiriye. Îdîayeke me ya pir mezin derbarê zanista jinê de heye  û em ê li ser van nîqaş bikin."