‘Dê xwedî li hêza xwe derkevin û bi hev re têbikoşin’ 2020-12-05 09:15:40   Evîn Zenda -Viyan Saîd   ŞENGAL - Çalakvanên ku li ber Asayîşa Navendî ya Êzidîxanê kon vedan diyar kirin ku dê xwedî li hêza xwe derkevin bi hev re li ber xwe bidin.   Nerazîbûnên li hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê didomin. Şêniyên Şengalê ji bo parastina destkeftiyên xwe her roj di nava çalakiyan de ne. Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê şêniyên Şengalê li ber navenda asayîşê  kon vedan. Bi dorveger li konê nobet tên girtin. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.    ‘Em destûr nadin kesek din bê’    Gulê Hecî, derbarê çalakiyê de wiha axivî: “Niha dixwazin asayişa me û ya YBŞ’ê ji holê rakin. Em w em wê yekê qebûl nakin. Gelo dema fermanê li ku bûn? Me kedekî mezin da û em hatin heta wan rojan. Heval bi hev re hatin û em bi saya wan ji mirinê rizgar bûn. Em tucarî destûr nadin van kesan. Em ê wek Şengalî li ber xwe bidin.”   ‘Em ji kesên reviyane bawer nakin’    Şêvê Kurto jî di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya kon vedanê û got: “Ev sê û çar roj in em li vir in. Me li vir kon veda. Her roj şêniyên gundekî tên li vir û tevlî çalakiya me dibin an jî nobetê dewr digirin. Ji bo daxwazen me bên qebûlkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin û her wiha em ê heta dawiyê jî asayîşa xwe biparêzin. Kesên ku di rojên pêwiste revine em ji wan baxer nakin. Em tenê ji hêza xwe bi bawerin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em ê parastina xwe bikin’    Xezal Xêro jî diyar kir ku piştî fermanê hêza parastinê hat avakirin û wiha axivî: “Piştî ku me hêza xwe ava kir êdî me xwe ewle hîs kir. Ji bo me êdî tirs û fikar nema. Dixwazin destkeftiyên me ji holê rakin û niha amedekariyên fermana nû dikin. Bê guman em nabin temaşevan, em her tiştî re amade ne û em ê bi asayîşa xwe re parastina xwe bikin. Em ciwan di têkoşînê de bi biryarin. Çalakiyên me dê bidomin.”