'Xetereya Vîrusa Koranayê li ser wargehên koçberiyê zêdetir e' 2020-12-05 09:10:53   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Efrînê, Hêvîn Hisên derbarê rewşa Vîrûsa Koronayê ya li Kantona Şehbayê de nirxandin kir. Hêvînê wiha got: "Heta niha 201 kes li Şehbayê bi vîrûsê ketine û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Bi zehmetiyên koçberiyê re em parastina gelê xwe dikin."   Di demên dawiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêjeya kesên ku Vîrûsa Koronayê ketine zêde bûne. Li Kantona Şehbayê gelek kes bi nexweşiyê ketin û hin ji wan jî jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Efrînê, Hêvîn Hisên derbarê rewşa Vîrusa Koronayê ya li Kantona Şehbayê nirxandin kir.    'Divê hemû kes li dijî vîrusê baldar be'   Di destpêka axaftina xwe de Hêvînê da zanîn ku Vîrusa Koronayê her ku diçe belav dibe û wiha got: "Vîrûsa Koranayê bi rengekî bi lez li tevahî cîhanê belav bûye û cîhan xistiye bin xeteriyeke mezin de. Bi taybet bi hatina demsala zivistanê re vîrûs bi sermê re xwe carek din nû dike.  Li Kantona Şehbayê vîrûs bi awayekî  berfireh di nava civakê de belav bûye. Loma divê hemû kes li dijî vîrusê baldar be."   'Xetereya Vîrusa Koranayê li ser wargehên koçberiyê zêdetir e'   Hêvînê erka ji bo parastina civakê ya ji vîrûsê ku dikeve ser milên wan  anî ziman û wiha pê de çû: "Erk û berpisiyariya ku dikeve ser milên me, ya yekem ew e ku zanebûnê di nava civakê de em belav bikin û xetereya Vîrusa Koranayê bi wan bidin nasîn. Her wiha nîşaneyên Vîrusa Koranayê û tedbîrên xweparastina ji mirovan re diyar bikin. Biryarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiyê dayin, em li Kantona Şehbayê jî pêk tînin. Mîna qedexeya kombûnên mezin, civîn, şahî û çalakiyên mezin. Nêzî 5 wargehên koçberiyê li Şehabyê hene û di wan kampan de kombûnek tê kirin û zêdetir xetereya belavbûna Vîrusa Koranayê li wir heye. Loma qedexekirina ji derve li ser kamapan hatiye ferzikin."   '201 kes bi Vîrusa Koronayê ketine'   Di nava gotinên xwe de Hêvînê hejmara kesên ku bi Vîrusa Koranayê ketine bi bîr xist û wiha axaftina xwe dom kir: "Li Kantona Şehbayê û di nava zehmetiyên koçberiyê de kesên ku bi vîrûsê ketine û hatin belgekirin 201 kes in.  Yên ku jê baş bûne 100 kes in, yên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane 17 kes in û yên ku nexweşî li wan giran bûye 83 kes in. Her wiha hejmarek mezin a ji kesên ku bi vîrûsê ketine û di hundir malên xwe de parastina xwe kirine, heye. Ruxmî zehmetiyên ku em dijîn dîsa xweparastina ji Vîrusa Koranayê tê kirin."   'Pêwîstiyên me bi amûrên tenduristiyê hene'   Hêvînê rewşa dorpêçiyê û kêmderfetên ku pê re zehmetiyan dijîn anî ziman û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rewşa dorpêçiyê ya ku Kantona Şehbayê dijî, pir astengiyan derdixe pêş me. Pêdîviyên ku ji bo me pêwist in  zû nagihêjin destên me, ev jî dihêle ku vîrûs di nava gel de bê belavkirin. Amûrên ku pêwîstiya me bi wan heye ew e ku tupê oksîjêna li gel me kêm e, ji ber kesê bi vîrûsê dikevin bêhna wan teng dibe, loma pêwîstiya me bi tupê oksîjênê heye. Niha 2 nexweşxaneyên me yên Vîrûsa Koranayê hene, lê ji ber hejmara zêde dibe ev nexweşxane têre nekin.  Kesên ku bi vîrûsê dikevin di hundirê malên xwe de dimînin û ji malbatê dûr in, ji bo malbatê biparêzin. Kesên temenê wan mezin û nexweşiyên dîtir bi wan re heye xetereya Vîrusa Koronayê li ser wan zêdetir dibe."