'Di nava şer de jin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar in' 2020-12-05 09:09:22   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Semîra Elî Abdullah a ducanî ye diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê ew bi awayekî neyînî bi bandor dibin û got:"Bila dewleta tirk ji xaka me derkeve da ku em zarokên xwe bi rengekî azad li warê xwe mezin bike."    Di nava şer û xeteriya dewleta tirk  û komên girêdayî wê de berxwedaneke bêhempa tê kirin. Ciwan, kal, pîr û jinên ducanî jî li dijî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê erka parastina Gundê Um Hermela a ku bi 2 km Başûrî navçeya Zirganê dikeve, bi cih tînin.   Li gorî desteyên tenduristiyê pêwîstiya dayika dûcanî bi hawirdoreke baş, aram û rihet heye, lê ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, jinên ducanî di warê derûniyê de ne rehet in û ev yek bandorê li pitikên wan jî dikin. Jina dûcanî ya bi navê Semîra Elî Abdullah ji me re behsa zehmetiyên ku ji ber êrişan dikşîne û daxwazên xwe kir.    'Dema topbaran çêdibe, yekser tansiyona min dadikeve'   Semîrayê wiha behsa xeteriyên ku pê re rû bi rû dimîne kir: "Di asta yekemîn de em ji topbarana ku dewleta tirk û çeteyên wê li ser gund dibarînin, ditirsin û ev jî bi xwe aramiya gund têk dibe.  Ez jineke dûcanî me, dema ku gule li ser gund tên reşandin û top tên barandin, yekser bandorê li tendurstiya min dike û tansiyona min dadikeve. Ev jî xeteriyê li ser rewşa pitika di hundirê zikê min de dike. Di nava şer de jin ji mafê xwe yê jiyanê bêpar in."   'Şer bandorê li jinên ducanî dike'   Semîrayê diyar kir ku êrîş bandorek neyînî li ser derûniya wan dike û wiha dirêjî da gotina xwe:"Sedema ewqas nexweşiyên zarokan û mezinan jî dagirkerî ye. Ji xwe rewşa jinên ducanî ne wekî yê din e, hawirdoreke aram û baş jê re pêwîst dike, lê ji ber dagirkeriya dewleta tirk em ji vî mafê xwe jî bê par in. Ya din jî ji ber gulebarana çeteyan rêya di navbera gund û Zirganê de, em nikarin bi kar bînin. Ev bi xwe jî xetere ye."   'Bila dagirker vegerin cihê ku jê hatine'   Semîrayê bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Daxwaza min a destpêkê ew e ku dagirker xaka me vala bikin û vegerin devera ku jê hatine. Ez bi wê hêviyê dijîm ku zaroka min jî li gund, li cihê ez jê dayik bûme çavên xwe li cîhanê veke. Hezkirina me a gund û axa me hişt ku îro em li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeran ku wê biçewisînin."