ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-05 09:00:00   * Ji Rêveberiya Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê, Raniya Cefer li ser peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de wiha got: "Pilanek qirêj ya siyasî li ser Şengalê tê meşandin û armanca êrîşên li ser Şengalê ew e ku îradeya gelê Şengalê û xweseriya wan bê şikandin." DÎMEN HEYE   *Esma Osman a ji dayika xwe hînî çêkirina benî û bastîqê bûye da zanîn ku ew bi vê yekê li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikeve û wiha got:"Ev 25 sal in ku ez benî û bastîqê bi destên xwe çêdikim û ez ji dayika xwe fêrî vî karî bûme.  Çêkirina benî û bastîqê hindekî zehmet e, lê hem çanda me ye û hem jî em sûdê jê digirin. Bi keda destên jinê tama benî û bastîqê xweştir dibe." DÎMEN HEYE   *Semîra Elî Abdullah a ducanî ye diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê ew bi awayekî neyînî bi bandor dibin û got:"Bila dewleta tirk ji xaka me derkeve da ku em zarokên xwe bi rengekî azad li warê xwe mezin bike." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Efrînê, Hêvîn Hisên derbarê rewşa Vîrûsa Koronayê ya li Kantona Şehbayê de nirxandin kir. Hêvînê wiha got: "Heta niha 201 kes li Şehbayê bi vîrûsê ketine û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Bi zehmetiyên koçberiyê re em parastina gelê xwe dikin." DÎMEN HEYE   *Jinên  Geverê ji bo girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên ku ji 27'ê Mijdarê ve li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin bang li îqtîdarê kirin.   *Ji parêzerên doza Sûrê Semra Balyan got:"Hemû kesên ji Sûrê derketin hatin darizandin û azadiya wan hat astengkirin."DÎMEN HEYE   *Çalakvanên ku li ber Asayîşa Navendî ya Êzidîxanê kon vedan diyar kirin ku dê xwedî li hêza xwe derkevin bi hev re li ber xwe bidin. DÎMEN HEYE   *Dîlan Olgun di pêvçûna li Qersê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Dîlanê ji bo cenazeya xwe bigirin 3 meh beriya niha testa DNA’yê dabûn. Cenazeya ku li goristana bêkesan a Qersê hat definkirin, dayika Dîlanê Salîha Olgun bertek nîşanî wê yekê da û got: “Zarokên me bêkes nîne. Em ê li pêy zarokên xwe bin û em ê cenazeyên xwe bigirin.” DÎMEN HEYE   *Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de de ew ê Kongreya Star li Helebê daxuyaniyê bide. (11.00)   *Li dijî ambargoyên rejîmê ew ê li Şehbayê xwepêşandan bên kirin. (13.00)