Li Şirnexê 2 kes hat girtin, 6 kes jî serbest hatin berdan 2020-12-04 17:57:54   ŞIRNEX - Li Şirnexê beriya 4 rojan di serdegirtina malan de 9 kesên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin û 6 kes jî serbest hatin berdan. Her wiha kesekî jî ji ber testa wî ya koronayê pozîtîf derket li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.    Ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) lêpirsînek hat destpêkirin û di encamê de gelek kes hatibûn binçavkirin. 9 kesên ku di 1’e kanûnê de hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin û 6 kes jî serbest hatin berdan.    Sewqê dozgeriyê hatin kirin   Ji 9 kesên binçavkirî yek jê hevşaredara Elkê ya berê ya BDP’ê Faîk Dursun, ji ber testa wî ya koronayê pozîtîf derket li nexweşxaneyê bin tedawiyê de ye. Her wiha Hevseroka HDP’ê ya Hezexê Nafiye Geçgel, seroka şaredariya bajarokê Gundikê Melî ya berê Leyla Erdem, delegeye KCD’ê Aydin Denîz, rêvebirê HDP’ê Dursun Çakir, serokê berê yê Şirnexê yê BDP’ê Yakup Barkin, rêvebirê HDP’ê yê berê yê Şirnexê Nevzat Kaygusuz, Ridvan Uysal û Yunus Ozen piştî îfadeyên wan ên emniyetê sewqê dozgeriyê hatin kirin.   8 kesên ku sewqê dozgeriyê hatin kirin piştî îfadeyên wan bi “daxwaza girtinê” sewqê dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê  Dursin Çakir û Yunus Ozen de bi hinceta “endamên rêxistinê” biryara girtinê da û 6 kesên din jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.