'Em ê tecrîdê bişkînin' 2020-12-04 14:52:55   STENBOL- Girtiyên di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de anîn ziman ku gardiyan bi hinceta lêgerîna koguşê ew bi Vîrusa Koronayê xistine. Jinan gotin:"Em ê tecrîdê bişkînin."   Girtiyên PKK û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gebzeyê de bi rêya hevdîtina bi telefonê re ji malbatên xwe binpêkirina mafan a li girtîgehan ragihandin. Girtiyan diyar kirin ku ji ber Vîrusa Koronayê ew qadên hevpar nikarin bi kar bînin û têkiliya di navbera koguşan de jî tên astengkirin. Her wiha girtiyan diyar kirin ku bi biryara 2'yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê bi 4 koguşan de hatiye girtin û ev biserdegirtin bi komek ji 40 kesî pêk tê hatiye kirin.    Dest xistin ser alavên taybet ên girtiyan   Hat gotin di 27'ê Mijdarê de bi lêgerîna hatiye kirin dest xistine ser nîşeyên girtiyan ên taybet û alavên wan ên taybet. Her wiha tedbîrên ji bo pandemiyê jî nayên girtin. Hat diyarkirin dest xistine ser lênûska nîşeyê, album, rojnivîsk û pirtûkên girtiyên demek dirêj in di girtîgehan de ne.    Girtiyan anîn ziman li ser hemû girtiyan geriyane. Her wiha du girtî bi vîrusê ketine. Her wiha dan zanîn dibe ku ew ji gardiyanan bi virûsê ketibin.    'Em ê tecrîdê bişkînin'   Girtî tînin ziman ku armanca biserdegirtina koguşan belavkirina Vîrusa Koronayê ye û ev banga kirin:"Em di nava pêvajoyeke pir zor û ne baş de ne. Em nikarin dengên xwe bidin bihîstin. Em ê vê tecrîdê bişkînin. Em ê bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê greva birçîbûnê dewam bikin."