'Grevên birçîbûnê parçeyek ji berxwedanê ye' 2020-12-04 09:10:34   AMED - Jinên ku bi pêşengiya Leyla Guven salên borî tevlî greva birçîbûnê bibûn di dîrokên cuda de hatin tehliyekirin. Jinan destnîşan kir ku grevên birçîbûnê mekanîzmayek ji parastinê ye û gotin: “Niha li girtîgehan pêngavek hat destpêkirin û grevên birçîbûnê  parçeyek ji berxwedanê ye. Divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve û berpirsiyartiya xwe pêk bîne.”   Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin. Di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû despêkirin. Gav bi gav grev li gelek girtîgehan belav bû û bandora xwe li tevahiya civakê kir. Bi berxwedanê re, piştî 8 salan parêzerên Abdullah Ocalan di 2’ye gulanê de ji bo hevdîtinê berê xwe dan Îmraliyê. Jinên girtî yên ku tevlî berxwedanê bibûn hatin tehliyekirin derbarê pêvajoya greva birçîbûnê ya li girtîgehan pêk hatî de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.   'Grevên birçîbûnê mekanîzmayek ji parastinê ye'   Derya Aslan anî ziman ku grevên birçîbûnê li dijî êrîş û zilmê mekanîzmayek parastinê ye û wiha bilêv kir: "Di sala 2013'an de beriya pêvajoya çareseriyê de bi hezaran girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Lê niha desthilatdar a ku nikare peyama 10 hezar girtiyan bixwîne, polîtîkayên xwe yên tecrît û îzolasyonê zêdetir dike.  Polîtîkaya tecrîdê ku di wê pêvajoyê de derket astekî herî bilind, di sala 2018'an de bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê belav bû. Di wê pêv ajoyê de hevalên me Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mahsun, Yonca û Sîraç bi seknekê lehengî li wê pêvajoyê re bûn bersiv. Greva me ya ku ez jî tê de bûm bi peyama birêz Ocalan bi dawî bû."   ‘Li girtîgehan pêngavek hat destpêkirin’    Derya destnîşan kir ku divê greva birçîbûnê ya girtî gehan wek berxwedanek topyekûn bê xwendin û got: "Faşîzma AKP-MHP'ê ku wek pergala çeteyan xwe rêxistin dike û di her alî de êrişê kurdan dike. Di mijara tecrîdê de helwesta xwe aşkere dike. Tam jî di vê kêliyê de girtî, li girtîgehan berxwedana greva birçîbûnê dewr girtin û wê berpirsyariyê girtin. Em wek kesên ku ji grevên birçîbûnê derbas bûne û niha li derve têkoşîne xwe didomînin, dê xwedî li çalakiya wan derkevin. Girtîgehan pêngava serfiraziyê dane destpêkirin, divê em jî bikaribin xwe têde bibînin. Em carek din bang li Gelê Kurd dikin ku li dijî polîtîkaya tecrîdê deng bidin wê berxwedanê."   'Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih'   Sevîcan Yaşar jî diyar kir ku bi helwesteke israr hiqûq tê astengkirin û wiha axivî: "Divê ji destpêkirina grevên birçîbûnê re matmayî nebin, divê ji tecrîda girankiri re matmayî bin. Daxwaz hertim wek in. Lê belê li hemberî van daxwazan helwesta desthilatdariyê hertim li dijî hiqûqê ye. Dewlet çiqas di helwesta xwe de bi biryarbe jî nerazîbûn û çalakî jî ewqas mezin dibin. Ez wek jinek  du caran tevlî greva birçîbûnê bûm. Di şert û mercên girtîgehê û pandemiyê de divê seknekê xurt bê dayîn. Divê hemû kes berpirsiyariyên xwe bîne cih. CPT divê şûna temaşekirina îşkenceyê peywira xwe bîne cih. Pêwist e ku hemû kes dengên xwe ji vê çalakiyê re bilind bikin."   ‘Grevên birçîbûnê parçeyek ji berxwedanê ye’   Zulfiye Kîşmîr, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên sala 2015’an a li hemberî Gelê Kurd û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî Gelê Kurd bi her awayî didome. Her wiha tecrîda li ser birêz Ocalan jî her roja ku derbas dibe girantir dikin. Em girtîgehan warê berxwedanê dibînin. Grevên birçîbûnê jî parçeyek ji wê berxwedanê ye. Salên borî çapemeniya alîgir ya  dewletê berxwedana grevên biçîbûnê nîşan nedida. Divê bi rêya çapameniya azad dengê wê berxwedanê bê bihîstin.”   ‘Em her tim şahidiya grevên birçibûnê dikin’   Hacer Karaoglan jî got, armanca grevan birçîbûnê sepandina hiqûqê ye û ev tişt anî ziman: “Bi sala ne em şahîdiya berxwedana grevên birçîbûnê dikin. Ji aliyek tirsa windakirina hevalan û aliyek jî ev berxwedan hêz dida me. Berxwedana Dayikên Aştiyê ji bo berxwedêran morek pir mezin bû. Dema ku dengê çalakiyan li kolanan dihat em pir bi moral dibûn û kêyfa me xwe dibû.”