Pergala hevserokatiyê hevsengiya civakê nûjen kir 2020-12-04 09:07:30   Rêbazên hevserokatiyê bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re derket pêş. Ev rêbaz di sazî, dezgeh û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de weke kevirê bingehîn yê pergalê tê bikaranîn.     Berçem Cûdî   Hevserokatî weke rêbaz û naverok rengekî nû da tevahî pergalên di Rojhilata Navîn de. Her wiha bikaranîna vê pergalê Rêveberiya Xweser ji hişmendiya zayendperest, desthilatdar, serdest diparêze û herêmê ber bi netewa demokratîk, civaka wekhev û azad ve dibe.   Di civaka xwezayî de jinan bi rengekî wekhev û hevbeş rola sereke di rêvebirina kilanên xwe de dilîst, bi giştî jin weke xwedawend dihat pênasekirin. Lê mêrên serdest di serdema Sumeran de rola rêveberiya hevbeş ji jinan sitendin û êdî civak bi hişmendiya zayendperest, serdest û desthilatdar bi rê ve birin. Di şaristaniya Sumeran de perçebûn di civakê de dest pê kir, her wiha rola pêşeng û ya bingehîn ji bo mêran hat pejirandin. Di heman demê de rêbazê qateyan hat avakirin, bi wateya qateya koleyan, qateya bazirganan, qateya qiralan û qateya keşeyan. Di nav van qateyeyan de jin di qateya herî bê nirx û bê wate de ma. Di dirêjahiya dîrokê de her çiqasî pergalên birêvebirina gelan hatibin guhertin jî, lê belê heta roja îro hişmendî, ferast û rêgezên wê hîna qateyan bi kar tîne, jinan tune dike û xwe weke hêza hegomonîk û serdest li ser civakan ferz dike.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2004'an de, di parêznemeyên xwe de pêşniyara pergala hevserokatiyê weke alternatîfa pergalên zayendeperest û netewdewlet ku hebûn, hêz û rola jinan înkar dike, pêş xist. Li ser vê bingehê li Rojavayê Kurdistanê piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bi serket û Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên xwe ve gihîşt serxwebûnê, li ser bingehê Rêveberiya Xweser ya Demokratîk pergaleke nû hat avakirin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşê û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, rol û misyoneke mezin di tevahî qadanan de ji aliyê siyasî, civakî, rêxistinî, leşkerî, aborî û perwerdehiyê ve lîstin. Her wiha feraseta ku temenê wê zêdetirî 5 hezar sal şikand û ji tevahî civakê re dan diyarkirin ku jin ne tenê ya birêvebirina malan û xwedîkirina zarokan e.    Rêveberiya Xweser di 2013'an li ser bingeha edalet, hevbeşiya di navbera herdu zayendan de û avakirina civakeke demokratîk xwe bi rêxistin dike. Bi vî awayî ji kêliya avakirina vê pergalê ve, sîstema hevserokatiyê pêş xist ku herdu zayend wekhev rêveberiyê bi hev re bikin. Li şûna ku weke di pergalên serdest û zayendperest de yek serok, tek nêrîn û tek biryar be, rêveberiyên hevbeş, nêrîn û rola herdu zayendan, her wiha biryargirtina di derheqê mijaran de jî heman tişt e. Jinan di destpêkê de hevserokatiya Kantonan kirin, pişt re ev pergal ji encumenên rêveber, zagonsaz, deste û di tevahî dezgehên Rêveberiya Xweser de hat rûniştandin. Pişt re di partiyên siyasî, komîn, meclîs, qadên perwerdeyê, tendirustî, abor û hwd. de ev pergal ket meriyetê. Her wisa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di rêveberiyê de ji %50 cih daye jinan. Bi vî rengî jinan dibin sîwana Rêveberiya Xweser de û bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev derfet pêşkêş kir, pêşengiya guhertin û veguhertina hişmendiya desthilatdar, zayendperest, paşverû û avakirina civakeke polîtîk, azad û wekhev kirin.    Piştî serkeftina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ne tenê mafê jinan diparêze, mafê tevahî pêkhateyan û beşên civakê diparêze, ev pergala bû armanca hêzên hegomonîk û serdest. Ji ber vê bi hemû rê û rêbazan êrîşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, destkeftî, berhem û encamên wê dikin. Dewleta tirk ku ji aliyê hêzên navneteweyî yên ku cîhanê li gor berjewendiyên xwe bi rê ve dibin, ji destpêka şoreşê û heta vê kêliyê bê navber êrîşî herêmên Rêveberiya Xwerser dike. Herêma Efrînê ku hêzên Rûsyayê xwe lê bi cih kiribûn, di 2018'an de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Serêkaniyê û Girê Spî ku him hêzên Rûsyayê û Emerîkayê baregehên xwe lê ava kiribûn, di 2019'an de dîsa ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Di heman çarçoveyê de ev 10 roj in ku dewleta tirk li rex bêdengiya civaka navneteweyî û hêzên Rûsyayê, navenda navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê topbaran dike. Li dijî van êrîşan partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê xebatên yekrêziya Kurdî didin meşandin. Lê ENKS'ê di hevdîtinên dawî de daxwaza rakirina meteryalên zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê kir. Di demeke ku dewleta tirk bi alîkariya hêzên hegemonîk dixwaze pergala Rêveberiya Xweser tune bike, şoreşê têk bibe û gelê herêmê qir bike.  ENKS li şûna ku Rêveberiya Xweser bi hêztir bike, rê li ber dagirkeriyeke nû vedike.