‘Berxwedan û têkoşîna jinê hedef hatiye girtin’ 2020-12-04 09:06:26   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê bertek nîşanî êrişên li hemberî HDP’ê dan û gotin: “Bi girtin û êrişan dixwazin HDP’ê û têkoşîna jinan têk bibin. Lê bi xwedî derketina partî û têkoşînê berxwedan her roja ku derbas dibe mezin dibe.”   Li hemberî  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîş, binçavkirin û girtin her roj didome. Herî dawiyê di 22'yê cotmehê polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Yenîşehir û bajêr de girtibûn û hevserokên bajêr Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan û hevserokên navçeyê Remziye Sizici û Kasim Kaya binçavkiribûn û di 30'yê îlonê de Hulya û Zeyyat hatin girtin. Derbarê mijarê de Rêvebera HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksu û hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ji ajansê re axivin û gotin dê berxwedan û têkoşîna HDP’ê bi her awayî dê bidome.   ‘Bi girtinan dixwazin HDP’ê têk bibin’   Zozan Aksu, bertek nîşanê êrîşên li hemberî HDP’ê da û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewlet armanc dike ku bi girtin û binçavkirinan HDP’ê têk bibe. Dixwazin welatiyan ji partiyê dûr bixin. Lê mixabin ev jî dizanin ku bi wan rêbazan nikarin têkoşîna partiyê têk bibin û tune bikin. Em xwedî li partiya xwe derkevin û berxwedana xwe bidomînin.”   ‘Gel xwedî li partiyê derket’   Zozan, da zanîn ku di demên dawiyê de kampanyaya emdamtiya HDP’ê dabûn destpêkirin û wiha got: “Li dijî êrişan me kampanyayek dabû destpêkirin. Kampanyaya endamtiya partiyê girîng bû. Me kampanyayê endamtiyê li Şirnex û navçeyên wê da meşandin. Niha jî kampanyaya me didome. Xwedî derketina gel a li partiyê girîng e. Welatî bêtirs û bê fikar xwedî li partiyê derketin.”   ‘Jin pêşengiya civakê dikin’    Zozan, bi lêv kir ku êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin bi taybetî li dijî jinê tê kirin û wiha domand: “Pêşengiya civakê jin dike. Ya ku civakê birêvedibe û ya ku her di her alî de civakê pêşve dibe dîsa jin e. Ji ber wê jî dixwazin pêşî li ber jinê bigirin. Bi taybetî jî êrişê jinan dikin. Bi girtinan naxwazin ev civak were birêxistinkirin. Em jin tu carî paşve gav nevêjin.”   ‘Werin em xwe rêxistin bikin’   Zozan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê yek bi yek tax û kolanan bigerin xwe bigihînin jinan û her beşên civakê. Ji bo ev êrîş bên sekinandin rêxistinbûyîn pêwîst e. Nasname ji bo me gelek girîng e. Civak û jin nasnameya xwe ya kurdewariyê derdixin holê û partiya xwe xwedî derdikevin. Banga me ji gel ev e ku li hember êrîşan werin em xwe rêxistin bikin.”   ‘Bi berxwedanê em bi hêz dibin’    Sabûha Akdag jî girtina hevserokên HDP’ê yên Amedê şermezar kir û got: “Îqtîdar HDP’ê hedef girtiye. Êrîşa li dijî HDP’ê tê wateya hedef girtina têkoşîn û berxwedana jinê. Bi sala ne em bi van êrîşan re rûbirû ne. Ev ne cara yekem e. Ji ber ku em li pêy têkoşînekî mafdar in. Em ê bi vê rengî têkoşîna xwe bidomînin jî. Bi taybetî jî em jin çi qasî bi êrîşan re rûbirû dibînin jî em qas bi hêz dibin. Em ji ber ku li ber xwe didin em bi hêz dibin. ”   ‘Îqtîdar dixwaze partiya me tune bike’   Sabûha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin dê li dijî serdestiya zîhniyeta mêr li ber xwe bidin. Çend cureyên êrişan guherî jî berxwedana her tim dom kir. Em bê deng nabin û em ê li dijî tunekirinê hebûna xwe biparêzin. Em li vir in û naçin cihekî din.”