Ji bo zarokên pakrewanan pêşengeha wêneyan hat vekirin 2020-12-03 14:00:59   HELEB - Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Helebê, ji bo zarokên pakrewanan pêşengeheke wêneyan hate vekirin.    Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Helebê ji bo ku kêfxweşiyekê bikin dilê zarokên pakrewanan, ji wan re pêşengeheke wêneyên ku zarokan bi destên xwe xêzkirine, vekirin. Pêşengeh li Pêşdibistana Kulîlkên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd hate vekirin. Di pêşengehê de mamoste û malbatên zarokan amade bûn. Di pêşengehê de 99 wêneyên zarokan hatin pêşkêşkirin.    Vekirina pêşengehê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Rosîm Mûsa axaftin kir.    Rosîm vekirina pêşengehê li tevahî zarokan pîroz kir û ev tişt got: “Wêneyên ku bi destên zarokên Şehîdên me hatine xêzkirin wateyeke pir xweş dide me. Ev  zarok pêşeroja civaka me ne û em ê li wan xwedî derbikevin. Me xwest em kêfxweşiyekê bikin dilê zarokan û xelayên wan yên pêşerojê zindî bihêlin. Zarokan di wêneyan de hestên xwe parve kirine, em ê van hestên wan himbêz bikin û moralê wan baş bikin.”    Piştî axaftinê zarok û malbatên wan derbasî pêşengehê bûn û ji xwe re li wêneyan temaşe kirin.   Di dawiyê de hemû zarok ji aliyê mamosteyên xwe ve hatin xelatkirin.