Rapora ÇHD’ê: Bi pandemiyê re girtî hatine tecrîdkirin 2020-12-03 13:19:53   ENQERE  - Komîsyona Xebatên Zayendî ya Civakî û Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Şaxa Enqereyê, çûn serdana Girtîgeha Jinan a Sîncanê û raporek amade kirin û gotin: “Li girtîgehê çend rêgezên pandemiyê ketin meriyetê jî gelek mafên girtiyan hatine binpêkirin. Bi pandemiyê re girtî hatine tecrîdkirin.”   Komîsyona Xebatên Zayendî ya Civakî û Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Şaxa Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çûn serdana Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê. Komîsyona ku çûn serdana girtiyan raporek amade kirin. Parêzer  Kubra Ekmen,  Evîn Konuk û Nergîz Gornaz di hevdîtinê de cih girtibûn.    Di rapora ku hatî amadekirin de wiha hat gotin: “Çend girtî û karmendên girtîgehê bi pergalê testê wan tê kirin, rêgezên karantînayê dixin meriyetê jî girtî nikarin mafên xwe yên sohbetê bikar bînin. Hevdîtina girtî mehê 2 caran tê kirin û hevdîtina bi telefonê jî heftê du caran 10 deqiqeyan pêk tê. Mafê hevdîtina vekirî hat binpêkirin. Koguşên ku ji 2 kesan pêk tê dema cezayê hicreyê digirin girtiyê din bi tenê dimîne. Bi vî rengî girtiyên ku ceza nagirin jî bi xwezayî tên cezakirin.”   Di raporê de hat diyar kirin ku ji ber pandemiyê bernameyên ku girtî bi hev re dikirin hatine astengkirin û wiha hat gotin: “Derbarê mijara astengiya bernameyên bi hev re, girtî serî li Wezareta Dadê kirine lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn. Mafê girtiyan heye ke ji bo hevdîtinê navê 3 kesan bide lê hat ferzkirin ku divê ev kes lêpirsîna wê ya ewlehiyê bê kirin. Gelek caran lêpirsîna ewlehiyê bi mehan didomin. Bi kijan rêgezê lêpirsin tê kirin nayê zanîn. Demên boriyê Wezareta Dadê ji bo hevdîtina bi dîmen gotin dê xebatekî bikin. Ji bo vê xebatê jî Girtîgeha Sîncanê hat bijartin. Ji bo vê jî xebatên teknîkê hatin destpêkirin. Lê girtî li hemberî pergalê bi fikar in. Tê gotin ku cihazên ku li koguşan dê bên cihkirin dê jiyana rojane, deng û dîmenan qeyd bike. Ev cîhas tê wateya şopandina jiyana rojane ya girtiyan. Cîhaz ne tenê ji bo hevdîtina malbatan dê ji bo hejmartin, serlêdana bijîşk û danişînan de dê bê bikaranîn. Girtiyan diyar kirin ku heke cihên ku ew nîşan bidin bê cih kirin dikarin cîhazê qebûl bikin.”