Bêrîvan Kutlu ya bi lêdanê binçav kirin: Em dest ji berxwedanê bernadin 2020-12-03 10:32:16   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya li Şûna wê qeyûm hat tayînkirin, di serdegirtina mala xwe de bi lêdanê û bi kelepçekirina ters  hat binçavkirin, got: “Ev êrîş di şexsê min de li dijî hemû jinan hatine kirin. Dixwazin vîn û berxwedana jinê bişkînin. Lê belê bila vê baş bizanibin ku ez ê dev ji berxwedana xwe bernedim. Ew ê nikaribin gavê paşve bi me bidin avêtin.”   Di encama operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin de, li Şirnex û navçeyên wê polîsan berî bi sê rojan serê sibehê bi ser gelek malan de girt û Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî di navê de 24 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin du kes di heman rojê de hatin berdan.  Duh êvarê jî ji 22 di kesên di bin çavan de mayî  Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî navê de 7 kes piştî li emniyetê îfadeyên wan hatin giritn şûnde sewkî dozgeriyê hatin kirin û Dozgeriyê jî  "bi daxwaza girtinê"  sewkî dadgehê kirin. Dadgehê derbarê 7 kesan de, biryar nederketina dervê welêt da û bi şertê kontrola edlî ew serbest berda.   Bêrîvan Kutlu, ku beriya vê binçavkirina xwe di 9’ê Mijdarê de jî di serdegirtina malan de carekedin hatibû binçavkirin û 4 rojan di bin çavan de mabû ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘3 saetan lêgerîn kirin’    Bêrîvanê, anî ziman ku serê sibehê saet li dora 5’an de tîmên taybet jî di navê de gelek polîsan bi ser mala wê de girtine û wiha behsa tiştên hatin jiyîn kir: “Bi hinceta endama rêxistinê bi ser malên me de girtin. Di malê de hovîtî kirin. Mêvana min Meryem Eşkare şiyar bû ji min re got polîsan bi ser malê de girtin. Ji bo deriyê malê neşkînin ez çûm derî vekim. Min ji wan re got ez ê derî vekim, lê belê min gûhdar nekirin û derî şikandin. Nêzî 10 tîmên taybet min kirin odeyek û ji min re gotin ‘çok dayne.’ Min gotina wan nekir. Li ser vê yekê nêzî 6 polîsan min avêtin erdê û bi nigên xwe pêl pişta min kirin. Ji aliyekê ve jî bi pihînan li min didan. Min ji wan re got ‘we mirovan tev bigerin’ û li odeya dinê dengê qêrîna hevala min Meryem hat. Polîsan wê jî darp kirin. Li ser vê rewşê min dengê xwe li hember wan bilind kir. 10 deqeyan min li erdê dirêj kirin û nigên xwe danîbûn ser pişta min. Bi saetan li mala min lêgerîn kirin. Piştre polîs ji min re got ‘ez ê biryara talîmata dozger bixwînim.’ Min ji wan re got ‘ez talîmata dozger nas nakim û qebûl nakim.’  Em nêzî nîv saetê hatin darpkirin. Cîranê me Bedîrhan Edîzê ku wek şahid jî anîbûn darp kirin. Destên min ters kelepçe kirin. Mala min 3 saetan li mala min geriyan.”   ‘Em hem hatin darpkirin û hem jî heqaret kirin’   Bêrîvanê, diyar kir ku çawa DAÎŞ'ê bi ser malan de digire hildiweşîne û talan dike polîsan jî heman tişt kiriye û wiha domand: “Li hemû tiştên malê yek bi yek geriyan. Em hem hatin darpkirin û hem jî rastî heqaretê hatin. Heqaret li siyaset û pergala hevserokatiyê kirin. Li hember van heqaretan min jî bersiv da wan. Ji min re gotin li ser kursî rûnê û piştre polîs kursî paşve kişand. Piştre çûn îfade dan û gotine 'bi kursiyê me darp kirin'. Kesekî ku destên wê kelepçe çawa dikare mirovekî darp bike? Min wan darp nekir, lê li hember heqaretê wan bêdeng nemam. Min ji wan re got ‘hûn polîsên AKP’ê ne û ev jî biryarek siyasî ye’ û wan jî ji min re gotin ‘temam em polîsên AKP’ê ne û em ê te bavêjin hûcra wan'.  Min jî ji wan re got tişta ku hûn nakin nîne. Di dema îfade hat girtin de ji min re gotin ‘tu tim dibêjî di dema binçavan de heqaretê li min dikin'.’ Hewceyî bi vê serdegirtina malan tune bû. Ger bi telefonê bigeriyana bigotana werin îfadeyê bidin em ê ji xwe biçûna. Lê belê ev pêkanînek kêyfî ye. Dosye vala bû. Xebatên ku min berê kirine û KCD’ê wek hincet nîşandan. Bi pêkanînên wan ên dijmirovî ruyê xwe yê rast careke din nîşanî me dan. 8 saetan ters kelepçekirî hiştin. Hemû laşê min ji ber lêdana wan qerimiye. "    ‘Em ne biyaniyên van bûyeran e’    Bêrîvan, bi lêv kir ku operasyonên tên kirin dixwazin vîn û berxwedana gel bidin şikandin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em ê binçavkirinê nikarin bînin ziman. Çawa ku Dîlek Dogan li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, dibe ku em jî bi heman awayî bihatana kûştin. Ji ber ku deewlet her tiştî dike. Em ne biyaniyên van bûyeran e. Em ê dev ji berxwedana xwe bernadin û gav paşve navêjin. Em li pey dozeke mafdarin. Ji ber ku ez jineke kurd im ev êrîş tên kirin. Lê belê li hember van êrîşan ez xûrtir dibim. Em ê li hember zext û zordariyan li ber xwe bidin.”   Bi îdîaya tîmên taybet darp kiriye   Bêrîvanê, diyar kir ku du polîsên tîmên taybet bi hinceta li wan daye  serlêdana sûc kirin û ev tişt got: “Min li wan nedaye. Ji min re gotin ser kursî rûnê û piştre polîsek kursî paşve kişandin. Li ser vê yekê tîmên taybet derbarê min de bi îdîaya ‘bi kursiyê li me daye’ serlêdana sûc kirine. Ez vê îdîayê qebûl nakim. Ji ber ku wan li me da. Destên me kelepçekirî bû. Çawa me dikaribû li wan bidin.  Ez ê jî derbarê tîmên taybet ên ku me darp kirin de serlêdana sûc bikim. Ez ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidim.”   ‘Ez ê dev ji berxwedana xwe bernedim’   Bêrîvan, da zanîn ku di 9’ê Mijdarê de jî polîsan bi ser mala wê de girtine, 4 rojan di bin çavan de hiştine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salane ez di nav siyasetê de cih digirim. Bi van zext û zordariyan dixwazin vîna jinê tune bikin. Heta niha ez 3 caran ketim girtîgehê û 18 caran jî hatim binçavkirin. Li dijî hemû heqaret û astengiyan xebat û berxwedana xwe didomînim. Ev êrîş di şexsê min de li dijî hemû jinan hatiye kirin. Dixwazin vîn û berxwedana jinê bişkînin. Ev serdegirtina dawî  hovîtiya herî mezin bû. Lê belê bila vê baş bizanibin ku ez ê dev ji berxwedana xwe bernedim. Ew ê nikaribin gavê bi me paşve bidin avêtin.”