‘Li şaredariyê êdî navê jinê nemaye’ 2020-12-03 09:07:19   Meydya Uren   MÊRDÎN  Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîgen Aldindag diyar kir ku bi hatina qeyûmê re hemû projeyên jinan hatin rawestandin û got: “Li şaredariyê êdî navê jinê nemaye.” Midûra Rêveberiya Xizmeta Jin û Malbatê  Gulîzar Îpek jî da zanîn ku polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin tên afirandin.   Di encama hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de HDP’ê 8 bajar ku ji wan 3 bajarên mezinin, 50 navçe û 12 bajarok  qezenç kirin. Lê bi hinceta KHK’yê mazbatayên 6 hevşaredaran ne hat dayîn, 4 hevşaredar hatin îhraçkirin. Di 19’yê tebaxa 2019’an de bi hinceta hevkariya rêxistinê tê kirin qayûm tayînê 3 bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Bêyî ku dem derbaz bibe qayûm tayînê 48 şaredariyên HDP’ê yen din kirin. Niha tenê 6 şaredarî di destê HDP’ê de heye.   Karê yekem a qayûmê îxraçkirina karkeran bû. Çawa ku êriş li ser pergala hevserokatiyê hat kirin bi heman rengî komeleyên jinan hatin girtin û li şûna wan mêr hatin tayînkirin.  Li Mêrdînê piştî ku qayûm hat tayînkirin destpêkê Abdulrahman Şahîn berpirs hat tayînkirin. Abdulrahman hat ser kar û rêveberiya heyî guhert, hejmara xebat karên jin kêm kir. Piştî ku qayûm hatiye tayîn kirin heya niha bûyerên weke bêrêtî, rûşvet, li dijî jinan mobîng û tacîzê di rojevê de ne. Li gorî agahiyên me ji rûpela fermî ya şaredariyê û jêderên herêmî girtin derbarê jinan de tu xebat ne hatine kirin.   ‘Li şaredariyê ji bo jinan karek nayê kirin’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîgen Aldindag, bal kişand li ser rewşa heyî ya hikûmetê û got: “Tê zanîn ku rejîma  deshilatdara ku heyîna xwe li ser talan, îmha û î nkar kirina jinê avakiriye armanca wê hertim desteserkirina destkeftiyên jinê ye. Navê din ya sîstema ku êrişê destkeftiyên jinê dike ji qayûm e. Dema em li rêbazên qayûmê temaşe bikin em dibînin ku polîtîkayên têkbirina destkeftiyên jinê tê birêveêdibin. Beriya ku qayûm were tayîn kirin, gelek projeyên me yên îstîhtamkirina jinan hebûnê. Bi qayûmê re projeyên me nîvco man. Bi ser qayûmê re salek derbas bû û lê heta niha ji bo jinan xebatek nehatiye kirin. Qayûm ji bo gel kar nake. Niha projeyek ji bo jinê nîne. Li şaredariyê êdî navê jinê nemaye.”   ‘Jinan tune dihesibînin’   Midûra Rêveberiya Xizmeta Jin û Malbatê  Gulîzar Îpek jî piştî ku qayûm hat tayînkirin ji kar hat avêtin. Gulîzar bal kişand li ser nêzîkatiya qayûmê ya li dijî jinan û wiha axivî: “Komeleyên jinan ên ku rêvebertiya wê mêr dikin nikarin ji jinan re xizmetê bikin. Pêdiviyên jinan ji nizanin û pêwîste ji wan re çi were kirin ji nizanin. Ji bo van yekan projeyan pêşkêş nakin. Ev polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin e. Bi qasî salekiye di şaredariyê de xebatek ji bo jinan ne hatiye kirin. Kesên di rêveberiyê de cih digirin hemû mêr in. Ji ber vê yekê ji em hêviya xebatan ji nakin. Ev ji tiştekî ku bi zanabûn hatiye kirin e.”