Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûn: Divê hesabê Sûrê bipirsin 2020-12-03 09:03:30   AMED - Di ser qedexeya derketina derveya ya li Sûrê re 5 sal derbas bûn. Di qedexeya ku bi dehan kesî jiyana xwe jidest dabûn bi sedan kes jî hatibûn girtin. Malbat jî ji bo ku kujerên zarokên wan bên darizandin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Malbatên ku zarokên wan hatin qetilkirin diyar kirin ku divê hesabê Sûrê bê bipirsin.   Li Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi dîroka xwe tê zanîn, di 2’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 103 rojan berdewam kiribû. Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûn. Di qedexeya ku ya herî dirêj bû de hemû navçe hat wêrankirin. Xanî û muzeyên dîrokî hatin talankirin. Bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî hatin girtin. Gelek kesên ku hatin qetilkirin nasnameyên wan nehatin tespîtkirin. Her wiha tevî van yekan UNESCO jî li hemberê vê wêrankirinê bêdengya xwe parast.   Di roja 38'emîn a qedexeyê de Rozerîn Çukur a 17 salî di 8'ê Çileyê ya 2016'an de hat qetilkirin. Cenazeyê Rozerînê 5 meh şûnde radestî malbata wê hat kirin. Li Gundê Herîdana Pîranê cenazeyê Rozerînê hat definkirin.    ‘Bîranînên me tar û mar kirin’   Dayika Rozerîn Çukur, Fahriye Çukur da zanîn ku piştî qedexekirina derve gelek kesî ji Sûrê koç kir û wiha berdewam kir: “Sûr ji bo me gelek bi qîmet bû. Jîngeha me bû. Aşkere ye ku wêrankirina Sûrê hat plankirin. Hê jî qedexe berdewam dike. Gelek kes ji malên xwe derketin û terikandin. Gotin em xaniyan didin. Em tu xaniyan naxwazin û em germahiya malên xwe û kolanên xwe dixwazin. Germahiya tax û kolanên me li tu dere tune bûn. Pêwendiyên me yên bi cîranan re, listîkên zarokan li  taxan, kêliyên nanen ku me di tendûran de çêdikir hemû qedandin. Sûr ji bo me girîng e û tu cih nikarê şûna wê bigire. Ez jiyana xwe ya berê dixwazim, çima ew rojên me ji me sitendin.  Hemû bîranînên me bûn. Lê hemû bîranînên me tar û mar kirin.”   ‘Divê hesabê Sûrê bê bipirsin’   Fahriye destnîşan kir ku di Sûrê de mirovahî hat qetîlkirin û wiha pêde çû: “ Berpirsyarên wêrankirina Sûrê kî ne? Sûcê mirovan çi bû? Kesên ku hatin qetilkirin ligel malên xwe yên hilweşandî tevlî Çemê Dîcleyê bûn. Li Sûre mirov hatin qiilkirin. Mirovahî hat qetîl kirin. Em ne meta bûn. Em mirov bûn. Lê em hatin kuştin. Ji war û cihên xwe hatin koçkirin. Kesên ku mirov bûna ew zilm nedikirin. Helbet em ê rojek bimirin lê divê nifşa nû tiştên ku me jiyaye ji bîr neke û nede jibîrkirin. Divê qêrînên kesên ku di bin malên wêrankirî de li cenazeyên dê, bav û zarokên xwe digeriyan neyên jibîrkirin. Heke nifşên nû wan tiştan bidin jibîrkirin em heqê xwe helal nakin. Divê hesabê Sûre bê bipirsin.”   ‘Xwestina cenazeyan dibû sedema girtinê’   Fahriye diyar kir ku êşa malbatên Sûrê bi zext û girtinan zêdetir kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi wêrankirina malan re nesekînin û dest bi binçavkirin û girtinan kirin. Doz vekirin, xistin zindanan. Negotin pîr ân jî zarok in hemû xistin zindanê. Heke me cenazeyên xwe bixwesta dibûya sedema têketina girtîgehan. Bi dehan zarokên malbatan hatin qetîlkirin. Cenazeyên wan hatin veşartin. Ji ber ku me  cenazeyên zarokên xwe xwest tişta ku anîn serê me nema. Em hatin binçavkirin û îşkencekirin. Bi heqeret û gefan re rûbirû man. Îşkence û zilma ku me dît li tu derê nehatiye dîtin.Tiştên ku me jiya ji bo mirovahiyê xiyanet bû. Bang li mirovan dikim, kesên ku di nav kevr û dîwaran de man ew jî wekî we mirov bûn. Em giş mirov in. Lê me ji mirovahiyê şerm kir. Tu mafê kesî tunê bû ku wê zilmê li me bike. Zarokên me di bin betonan de heps kirin. Gelekên wan ji birçîbûna û ji tiîna jiyana  xwe ji dest dan.”   Fahriye piştî axaftina xwe wêne û tiştên ku li pey Rozerînê mabûn nîşan dan û got: “Heqê keça min ne kuştin bû. keça min  zana bû. Wê ji wênekeşiyê gelek hez dikir. Her wiha ji xêzkirina wêneyan jî gelek hez dikir. Gelek tişt fêrî min jî dikir.  Wek mamoste bû. Lê dewletê keça min ji min sitend.”   ‘Ev 5 sal in em têkoşîna edaletê didin’   Her wiha di qedexeya 2015’an de Helîn Şen a 12 salî ku diçû  nan bigire jî bi guleya ji wesayîta zirxî ya Kobra hat avêtin hat qetilkirin.   Dayika Helîn Şen, Nazli Şen diyar kir ku heta kujer neyên darizandin wê têbikoşin û wiha bilêv kir: “Ev 5 sal in em têkoşîna edaletê didin. Li navçeya Sûre keça min a 12 salî hat qetilkirin. Kujerên wê jî aşkere ne. Lê tevî van yekan nayên darizandin. 4 sal şûnde doz vebû û biryara sekinandinê dan. Ez bertek nîşanê didim. Em hemû heman hewlestê nîşan didin. Ew dibêjin ku bivê biryarê dibe em desst ji dozê berdin. Lê beravajî em ê tu carî dev jê bernedin. Heta ez li jiyanê bim ez dest ji têkoşînê û vê dozê bernadim. Keça min a 12 salî ku ji bo taştê bixwe çû nan bistîne kirin hedefa xwe û kuştin. Kezeba me şewitandin. 5 sal in ez diçim ser mezela keça xwe. Êşa Helîn tu carî kêm nebûye. Ez baweriya xwe bi edaleta wan nayînim.”   ‘Ew ê hertim di dilê me de bijîn’   Di qedexeya ku di 2’ê Kanûnê de hat îlankirin û 103 rojî berdewam kir de, di roja ewil de Çekvar Alîş Çubuk ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Çekvar 16 salî bû .Çevkar Çubuk li ber dibistana Suleyman Nazîf hat qetikirin. Ji ber êrîşan tu kesî nikaribû cenazeyan bigirin.   Dayika Çekvar Çubuk, Netîce Çubuk jî wiha axivî: “Em tu carî wan rojan ji bîr nakin. Hertim em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Di ser van bûyeran re 5 sal derbas bûn. Lê belê êşa me hê jî teze ye. Me gelek êş kişand û em naxwazin tu dayik wan êşan bibinin. Ew ê hertim li gel me û di dilê me de bijîn.”