ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'Î 2020-12-03 09:00:00   *Mamosteya  Zanista Civakî ya bajarê Hesekê Evîn Ehmed tekez kir ku jin di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digeriyan û wiha pê de çû: “Ramanên Rêber Apo rêka xelaskirina jinan ji koletî û desthilatdariyê ne.  Her wiha bingeha azadiya jinê ne.” DÎMEN HEYE   *Hiqûqnasa bi navê Roşîn Mistefa siyaseta dewleta tirk û guhartinên demografîk yên ku li Efrînê pêk tîne nirxand û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker ji bo kişandina pereyan û alîkariyan ji dewlet, Rêxistin û civakên navnetewî rastiya li Efrînê vedişêre. Siyaseta dewleta tirk li Efrînê siyaseteke pilankirî ye û hemû dewlet şirîkê wê ne.” DÎMEN HEYE   *Di ser qedexeya derketina derveya ya li Sûrê re 5 sal derbas bûn. Di qedexeya ku bi dehan kesî jiyana xwe jidest dabûn bi sedan kes jî hatibûn girtin. Malbat jî ji bo ku kujerên zarokên wan bên darizandin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Malbatên ku zarokên wan hatin qetilkirin diyar kirin ku divê hesabê Sûrê bê bipirsin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) Rojîn Benek derbarê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin de da zanîn ku dewleta tirk dixweze bi vê tecrîda giran kirî gelê kurd tune bike. DÎMEN HEYE   Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîgen Aldindag diyar kir ku bi hatina qeyûmê re hemû projeyên jinan hatin rawestandin û got: “Li şaredariyê êdî navê jinê nemaye.” Midûra Rêveberiya Xizmeta Jin û Malbatê  Gulîzar Îpek jî da zanîn ku polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin tên afirandin. DÎMEN HEYE   *Fatma Altinmakas li Milazgirê hat kuştin û heta niha îdîanameya wê nehatiye amadekirin û di dosyayê de tu pêşketin tune ye. DÎMEN HEYE   *Têkildarî Roja Astengdaran a Cîhanê Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîra Elî da zanîn ku divê hemû  civak bi hevre di aliyê jiyana astengdaran a zehmet de bi hestiyarî tev bigerin û wiha got:"Ji bo em zehmetiyên mezin ên astengdar dibînin li dû xwe bihêlin divê em bi hev re têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê ya Wanê Aynur Sarica bal kişand ser pêvajoya 2 mehan a kampanyaya “Em xwe diparêzin” û got: “Ne em divê êrişkar û tecawizkar ji xwe şerm bikin. Em ê li her qadên jiyanê êrişkar û  tecawizkaran deşîfre bikin û parastina xwe bikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û bi hev re li ber xwe bidin.”    *Ew ê pêşangeha zarokên pakrewanan li Helebê bê lidarxistin. (11.30)