Ji 22 kesên hatin binçavkirin 7 kes sewqê dozgeriyê kirin 2020-12-02 12:59:08   ŞIRNEX - Duh li Şirnexê di serdegirtina malan de 24 kesên hatin binçavkirin jê 7 kes sewkî dozgeriyê hatin kirin.   Di encama operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin de, li Şirnex û navçeyên wê polîsan duh serê sibehê bi ser gelek malan de girt û Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî di navê de 24 kes hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê “biryara veşartinê” danî ser dosyeyê û kesên hatin binçavkirin hîna li muduriyeta polîsan a Şirnexê tên girtin.   2 jin serbest hatin berdan   Duh serê sibehê Suzan Acar û endama HDP’ê ya Cizîrê Meryem Eşkara yên ku hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin şûnde duh êvarê serbest hatin berdan.   7 kes sewqê dozgeriyê hatin kirin   Ji 22 kesên hatin binçavkirin jê Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevseroka DBP'ê ya Navendê ya berê Ayşe Altay, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê ya berê Aycan Azma,  endama Meclîsa Giştî ya Navendê ya HDP'ê ku ji peywirê hat dûrxistin Asuman Kulter, rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, endamê KCD'ê yê berê Alî Gûven û endamê KCD’ê Abdullah Acar piştî li emniyetê îfadeyên wan hatin giritn şûnde sewkî dozgeriyê hatin kirin.   Dema binçavkirinê hat dirêjkirin   15 kesên ku hîn di binçavan de ne, hat zanîn ku dema wan a binçavkirinê 4 roj hatiye dirêjkirin. Her wiha ji aliyê Waliyê Şirnexê ve di daxuyaniya ku hat dayîn de jî hat diyarkirin ku lêpirsîn ji ber xebatên KCD’ê ji bo van kesan   hatiye destpêkirin.