Şeniyên Mexmurê Êrişên li ser Şengalê şermezar kirin 2020-12-02 12:25:12   MEXMÛR - Şeniyên wargeha Mexmûr peymana di navbera PDK’ê û Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kirin û gotin:“Divê Şengal xweser be, divê Şingal azad be, pêwîste destên qirêj yên bûn sedema fermana 74’an ji Şingalê werin kîşandin û bes Şingala pîroz qirêj bikin.”   Hukumeta PDK’ê û Iraqê di 9’ê Cotmehê de li ser şengalê hevpeymaniyek imzakirin. Ev hevpeymaniya ku PDK dixwaze pê cardin civaka êzidî bi komkujiyan re ru bi ru bihêle ji aliyê civaka êzidî ve nayê pejirandin û ev heypeyman ji aliyê şêniyên Şengalê û hemû Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi tundî te şermezarkirin. Herwiha şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ( Mexmur)  hevpeymana di navbera Iraq û PDK’ê de bi daxuyaniyekê şermzar kirin.   Daxuyani li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Daxuyani ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel ya Demokratîk Evîn Tayboxa ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Weke ji hêla raya giştî, çapemeniya azad û bi taybet ji aliyê tevahî gelên Iraqê ve tê zanîn, di Cîhanê de yek ji civaka herî zêde êş kîşand, bi êriş û çewisandinan re rûbirû ma û bi fermanan re rûbirû ma civaka  êzidî ye. Civaka herî qedim ya vê cîhanê di dîroka xwe ya derbasbûyî de 74 fermanan jiyane, derbeder bûye, di nava êş û azaran de jiyaye. Lê Rûxmê hemû êriş û fermanan, dest ji jiyana xwe ya pîroz, axa xwe ya bi rûmet bernedaye û bi çand, ziman û toreya xwe jiyana xwe domandiye. Tû caran li beramberê derdor û gelên herêmê neheqî nekiriye, lê serê xwe jî dijmin û zordaran re ne tewandiye. Ji bo jiyanek bi rûmet, ji bo ol û baweriya xwe ya kevnar bidin jiyîn, bi her awayî li ber xwe dane û heta roja îro çand û kevneşopiya xwe ya qedim anîne. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li welatên din yên Cîhanê bê kû ziyan û zererê bidin ol û baweriya gelan, herdem xwestine bi ol û baweriya xwe bijîn û xwe li ser lingan bigrin. Îro ev têkoşîn û berxwedana wan, rûxmê hê birînên xwe yên ji ber êrişên DAÎŞ'ê ne pêçayîn berdewam dike. Tevahiya gelên Cîhanê şahidiya fermana Tebaxa sala 2014’an kir ku DAÎŞ'ê çawa bi rêya îxaneta navxweyî û xwedî derneketina Hukumeta Iraqê pêkanî. Heta îro jî çarenûsa  jinên êzidî kû di bazaran de dihatin firotn ne diyare, gorên komî yên ciwan,jin û mêrên êzidî hê nehatine vekirin, şêniyên Şengalê hêj venegeriyane ser axa xwe û koçber in.   Şengala pîroz qirêj nekin   Weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em êş û jana civaka xwe ya êzidî baş fêm dikîn û têdigehîn. Weke şêniyên wargehê em rêz didîn biryara şêniyên Şengalê ku piştî fermana 74’an xwestine bi şêweyek xweser jiyana xwe bidomênin. Ji ber ku hem şêniyên Şengalê û  tevahî Cîhan baş dizane, ger ku êzidî bi xwe xwe rêxistin nekin, wê bi îradeya  xwe nikaribin xwe rêve bibin. Ji ber ku ne diyar e wê kengî bi fermaneke din re rûbirû bên. Em ji tavahî cîhanê û bi taybet ji Hukumeta Iraqê û Hukumeta Herêma Federal a Kurdistanê dixwazin ku  rêzê ji îrade û daxwaza şêniyên Şingalê re bigrin ku bi awayê xweser xwe rêve bibin û bibin alîkar. Li milekî wan ji bo mirinê radestî DAÎŞ'ê kirin, ew bêxwedî hiştin û terikandin. Li  aliyê din carek din daxwaza vegera wan a li Şengalê nîşaneyên fermanên nû û teslîmgirtina îradeya şêniyên Şengalê ye. Ji ber vê yekê weke şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em vê peymana qirêj ku ji hêla hukumeta Iraqê û PDK ve hatî morkirin, bi şêweyek ne rewa, li dijî îradeya Êzidxanê dibînîn û şermezar dikîn.”   ‘Nebin şirîkê planên qirêj yên tunekirina civaka êzidî’   “Weke Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em bi îradebûna şêniyên Şingalê, têkoşîn û berxwedana wan a ji bo azadiya bi rûmet ji dil û can silav dikîn û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikîn. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan, tevayî hêzên xwe berpirsyar dibinin dikîn, ji bo rêz ji îradeya Şengaliyan re were girtin, ji bo ku ew bi xwe biryara xwe bidin, ew bi xwe xwe bi parêzin, ew bi ziman, çand û kevneşopiya  xwe jiyana xwe bi domênin piştgiriya wan bikin û nebin şirîkê planên qirêj ên tunekirina civaka êzidî ya birîndar. Em bang li Hukumeta Iraqê dikîn ku bi daxwaz û fermana Tirkiye ya ku rojane axa Kurdistanê dagir dike çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re negire û hêzên nû birin Şingalê ji wir bikêşîn. Bi van hêvî û daxwazan dûbare berxwedan û helwesta birûmet a şêniyên Şingalê silav dikîn.  Bi hêviya ŞEngalek xweser û azad piştgiriya xwe ji bo civaka xwe ya êzidî didîn diyarkirin”    Daxuyanî bi duruşmên :”Bijî Berxwedana Êzidxane”, “Bijî Têkoşîn û Vîna Berxwedêr ya civaka me ya êzidî” bi dawî bu.