Ji çalakgeran peyam: Heta tecrîd bi dawî bibe em di berxwedanê de ne 2020-12-02 11:42:12   ENQERE - Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku di koma 2'emîn de cih digirin Sîbel Kaya û Şehrîban Akdere bi rêya malbatên xwe peyam şandin û gotin, "Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bê bidawîkirin em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Bi gelê xwe re ne û baweriya gelê me  baweriya me ye û moral dide me."   Çalakiya greva birçîbûnê a ku ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike. Greva ku li girtîgehên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike îro ji aliyê koma 2'emîn ve hat dewrgirtin.   'Em di dema grevê de bêhtir bi moral dibin'   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê Ela Kamij û Hîvda Çelebî îro çalakiya xwe ya grevê dewerî Sîbel Kaya  û Şehrîban Akdere yên di koma grevê ya 2'emîn de cih digirin kirin. Sîbel û Şehrîban ên ku çalakî dewer girtin bi rêya malbatên xwe ev peyam şandin," Heta ku daxwaza me bê bicihanîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Em di dema grevê de bêhtir bi moral dibin. Ji bo hemû saziyên têkildar armanca xwe ya ketina grevê bi daxwaznameyan vegot. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe emê çalakiya xwe bidomînin. Bi gelê xwe re ne û baweriya gelê me  baweriya me ye û moral dide me."