Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê koma 2'emîn dewer girt 2020-12-02 11:29:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîdê hat destpêkirin koma 2'emîn dewer girt.   Bi sedan girtî ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan şermezar bikin di 27'ê  Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin.   Çalakiya koma yekemîn a grevê îro bi dawî bû û çalakî ji aliyê koma 2'emîn ve dewer hat girtin.