‘Şer bandora xwe li aboriyê dike’ 2020-12-02 09:08:35   Safiye Alagaş   AMED - Bi salane li Tirkiyeyê şerek heye û ev şer di serî de bandorê li aboriyê dike. Kûrbûna qeyrana aboriyê bi xwe re xizaniyê tîne. Şêniyên Amedê diyar kirin ku şer di hela aborî û derûniyê de li ser civakê bi bandor e.    Şerê ku li Tirkiyeyê didome bandorê li ser aboriyê dike. Bi qeyrana aboriyê re her ku diçe xizanî jî li pêş dikeve. Hin serdeman rewşa aboriyê baş bû. Ji holê rakirina pêvajoya çareseriyê ya sala 2015’an bû sedema zêdebûna qeyrana aboriyê. Di nava du salên dawiyê de jî gelek esnaf kepengên xwe girtin, welatiyên ku bê kar man ji dawî li jiyana xwe anîn. Di sala 2018’an de bi zêdebûna qeyrana aboriyê welatî bertekên xwe anîn ziman. Ve demê jî li hemberî bertekan bêtir şer hat kûrkirin, li hemberî Rojava, Mexmûr, Şengal û Herêma Federal a Kurdistanê operasyon hatin destpêkirin.    Derbarê mijarê de şêniyên li Amedê nêrînên xwe anî ziman. Gelek kes ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe an jî başnavê xwe bêjin û gelek kes jî nexwestin derkevin pêşberî kamerayê.    ‘Ez nikarim li cihekî bixwebitim’   Xwendekara zanîngehê Dîlan Kaya diyar kir ku şer zêdetir bandorê li aboriyê dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ez xwendekar im û bandora qeyrana aboriyê li ser min jî heye. Min serdana bûrsê kir lê heta niha tu agahî nedan min. Her hefteyê em pirtûk û lênûskan dikirin. Aboriya min terê nake. Dahatekî min nîne ez li cihekî nikarim bixebitim. Ne tenê ez gelek xwendekar di vî rewşê de ne.”    Hindekara Zanîngeha Dîcleyê jî daxuyand ku ji qeyrana aborî bi bandor nebûye û got: “Lê kesên derdora min ji qeyrana aboriyê bi bandor bûne.” Hindekar dema nêrînê xwe anî ziman nexwest navê xwe bêje û nexwest dîmenê wê bê weşandin.    ‘Rewş xetere ye’    Helîn Kartal di axaftina xwe de wiha bal kişand ser aboriya ku têk diçe: “Aborî her roja ku derbas dibe têk diçe. Rewşa me dê çawa be em nizanin. Tişta herî xeter jî dewlet vê nabîne. Niha şerek heye û her wiha şerekî navxweyî jî heye. Li ser medyaya civakê hêj qala buhaya guleyekî 2 û nîv lîre ye tê kirin. Li Amedê demên dawiyê balafirên şer zêdetir radibin. Her wiha niha pandemî heye û em nikarin karekî bibînin. Dê çawa bibe ez nizanim.”   ‘Di hêla derûnî û aboriyê de em ne baş in’    Sigortavan Melahat Demîr destnîşan kir ku nikare kiraya xwe bide û wiha bi lêv kir: “Her roja ku derbas dibe qeyrana aborî kûr dibe. Em hêvî dikin ku derba bibe lê rewşa niha nîşan dide ku dê zûtir derbas nebe. Berê karê me baş bû, lê em niha nikarin kirayên xwe bidin. Di hêla aborî û derûniyê de em ne baş in. Şer bandorê aboriyê dike, ez naxwazim vê meselê şîrove bikim.”    Aysela ku nexwest paşnavê xwe bêje da zanîn ku êdî ji buhabûnê bezar bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi mûçeya bavê xwe  550 TL. ya teqawîtbûnê debara xwe dikim. Em niha muxtacê pariyekî nan bûs. Ez kira didim, faturayên av û ceyranê didim. Gelo em ê çi bikin. Em nanek dikirin û 3 rojan pê îdarê dikin.”   ‘Sedema têkçûna aboriyê şer e’    Welatiya ku nexwest pêşberî kamerayê biaxife bal kişand ser qeyrana aboriyê û got: “Êdî em nikarin debara xwe bikin. Hûn îro zarokekî/ê  5 salî jî bipirsin dê sedema qeyrana aboriyê bi rehetî bîne ziman û dê bêje ‘ji ber şer aborî têk çûye’ Bi rastî jî wisa ye îro şer bû sedema têkçûna aboriye. Ne dewlet dewlet e û ne jî kurd kurd e. Dewlet bi tu awayî welatiyên xwe nafikire. Kurd jî dijminatiya hev dikin. Welat têk diçe.”