Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em li dijî tecrîdê ne 2020-12-02 09:04:38   ENQERE - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên li girtîgehan hatine destpêkirin wiha got:"Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin û bi Birêz Abdullah Ocalan re aştiyê ji bo vî welatî pêde bikin. Ew li hundur em ê jî li derve serî hildin."   Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe kûrtir dibe. Hevdîtina bi parêzer û malbatê ya Abdullah Ocalan a mafekî zagonî ye tê astengkirin. Loma li Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn ji bo Abdullah Ocalan çalakiyên cur be cur tên kirin. Ji aliyekî din jî girtiyên siyasî yên di girîgehan de bi daxuyaniyeke da anîn ziman ku wan ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine.    Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Newroz Gulen berî bê girtin têkildarî tecrîda her ku diçe kûr dibe nirxandin kiribû.    'Dema ciwantî tecrîdê bişkîne wê demê ew ê faşîzm jî bişkê'   Newrozê da zanîn ku tecrîd ji qadên din cuda ciwanan bi bandor dike û wiha got:"Ciwan bi dirûşma Abdullah Ocalan a "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi dawî bike" tev digerin. Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser ciwanan û Gelê Kurd tê kirin. Niha îktidara heyî nahêle kesek derkevin qadan û kesek çalakiyan li dar bixin. Her dem zext, revandin, tehdît, şantaj, polîtikayên ajantiyê tên ferzkirin. Ji ber dîktatoriyeke faşîst heye nahêlin tecrîd bi dawî bibe. Çimkî dizanin ku dema tecrîd bi dawî bibe ew ê aştî li Rojhilat, Tirkiye û Kurdistanê çêbibe."   'Dixwazin malbatên me bitirsînin û me biçewisînin'   Newrozê bi lêv kir ku bi taybet li Enqereyê ji aliyê polîsan ve bi zextan rû bi rû hatine hiştin û wiha got:"Heta dixwazin ji civînên li meclîsê tên lidarxistin jî bibin asteng. Ewqas ditirsin nahêlin em bi parlamenterên me ew hilbijartine hevdîtinê pêk bînin û em daxuyaniyekê bidin. Her dem dixwazin me têxin bin çavan. Hevalên me direvînin û li malbatên wan digerin dawiyê ji malbatên wan re dibêjin 'dixwazin zarokên xwe bixin ser rêyên nebaş'. Dixwazin malbatên me bitirsînin û me biçewisînin. Her dem me dişopînin. Dixwazin me têk bibin. Kesên têk naçin jî digirin. Ne tenê li Enqereyê û Tirkiyeyê li Kurdistanê tiştên hîn xirab dibin. Hinek hevalên ên tên kuştin hene û hinek jî em agahiyê jê nagirin."   'Bi pandemiyê re tecrîdê kûrtir dikin'   Newrozê da zanîn ku dewlet pandemiyê bi kar tîne û wiha dewam kir:"Bi pandemiyê re tecrîdê kûrtir dikin. Niha ji ber pandemiyê gel di warê aboriyê de jî zehmetiyan dibînin. Bi hinceta pandemiyê gel di malên wan de hepis dikin. Polîs bi hinceta mesafeya civakî naparêzê êrişî gel dike û binçav dike. Pandemî bahaneyek e. Dixwazin bi vê yekê tecrîdê li ser gel pêk bînin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan terîda li ser aştiyê ye. "   'Heta li vî welatî kurd qetil bibe pirsgirêka kurd heye'   Newrozê bal kişand ser gotinên îktidarê yên 'pirsgirêka kurd tune ye' û wiha dewam kir:"Li bajarên kurdan dema ku leşker tecawizî jinên kurd dikin, serbest tên berdan. Zarokên kurdan dema bi TOMA û tankan tên kuştin bersûc serbest tên berdan. Ji bo wan pirsgirêka kurd tune ye. Ew dixwazin pirsgirêkê bi rêya tundiya li ser gel çareser bikin. Îktidar dixwaze baweriya gelê kurd û Abdullah Ocalan bi kar bîne. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo rabe û rêya mutabakatê vebe. Lê belê gotinên îktidarê tenê ji bo zêdekirina dengê wê ye. Em gotinên îktidarê samîmî nabînin. Heta li vî welatî kurd qetil bibe pirsgirêka kurd heye."   'Ew li hundur em ê li derve li berxwe bidin'   Newrozê wiha bi dawî kir:"Em ê wekî rêhevalên girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine piştigiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Ger hewce bike em li derve bin em ê derkevin derve. Ger hewce bike em daxuyaniyê bide em ê moral bidin wan û daxuyaniyê bidin. Em ê her dem li gel rêhevalên xwe bin. Ew li hundur em ê li derve li berxwe bidin. Em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişkînin."