Dayikên Aşitiyê: Şerê navxweyî wê zerarê bide têkoşînê 2020-12-02 09:02:39   MÊRDÎN - Jinên Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bertek nîşanî aloziya ku tê xwestin di navbera kurdan de li başûrê Kurdistanê bê derxisitn dan û gotin ger ku ger ku ev alozî bê kurkirin wê sed salên din têkoşîna me paşve bide.    Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Mêredînê bal kişandin ser aloziya li başûrê Kurdistanê ku tê xwestin bê gûrkirin û gotin wê şerê navxweyî ku tê xwestinêrişên provekatîf yên PDK’ê li ser herêmên gerîlayan û  gotin wê şerê navxweyî bandora neyînî li ser têkoşîna bi salan a Gelê Kurd bike bike û banga yekitiyê kirin.    ‘Emê sedsalan bi paş de biçin’   Dayika Aştiyê Emîne Koç got ku ew gelekî bindest in û ew şerê ku PDK'ê dixwaze bide destpêkirin wê bindestiya me kurtir bike û wiha berdewam kir: “Bi salane li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê em têkoşînê didin. Em hîna ne gihiştine armanca xwe. Lewra ger yekitiya me heba tu hêzan wê nikaribûna bi me. Îro li şuna em yekitiyê biaxivin mixabin em şerê hev dikin. Herkes pê dizane ku wê ev şer li şuna serkeftinê me sed salên din paşve bibe. Êdî sedsalên din ji em ji bin vî barî dernakevin. Bila kurd kurdan nekujin. Neyên lîstikên hêzên derve.”   ‘Em yekitiyê dixwazin’   Emîne got em weke dayikên Aşitiyê bang li hikumeta Herêma Federal a Kuridstaên dikin ku dawî li şerê navnetewî bînin û ev tişt got: "Bêyî ku hûn dereng bimînin vê aloziyê bi dawî bikin. Em daxwaza yekitiyê dikin. Bila kurd êdî bi hev re rûnên û bi hev re têkoşîna xwe bidin meşandin. Ji bo azadiyê ya pêwîst ev e. Kurd her kurdin û kesên dijminahiya bakur û rojavayê Kurdistanê dikin wê dijminahiya Başur ji bikin.”   ‘Şer ne çareserî ye’   Dayika Aştiyê Perîhan Altung ji wiha got: “Gelê kurd divê hişyar tevbigere. Ev sedsal in em tên lîsta dewletên din. Divê em bizanibin ka helwesta wan çi ye. Îro me bera hev didin û bi vî rengî  ji digihêjin armanca xwe. Dixwazin kurdan bi destê kurdan bidin tunekirin. Bila kurd kêfa dijmin li xwe neynin. Neyarên me nabin dostên wan û bi heman şeklî neyarên wan jî nabin dostên me. Em bi hev re bi hêz in. Divê em yekitiya xwe ava bikin. Ji me re ev yek girînge. Ji herdu aliyan em gavek girîng dixwazin. Şer û qetlîam wê me hemûyan tune bike. Em weke dayikên aşitiyê bang dikin, kezeba me pir şewitiye. Em naxwazin ya kesekî din bişewite. Demildest bila yekitî pêk bê.”   ‘Neyên lîstokên qirêj’   Dayika Aştiyê Hiznîgul Kavak jî got divê hikumeta herêmê kenê kesekî bi kurdan neyne û wiha got: “Demeke dirêje em têdikoşin. Ji bo azadî, ji bo jiyaneke wekhev û aşitiyan e. Lê ji ber ku em bi hev re nameşin em bi ser neketin e. Em dikevin xefika dijminên xwe. Niha PDK bi destê dewletan hewil dide ku êrişî birayên xwe bikin. Ev yek çiqa rast e. Em li dijî van yekan yekitiyê dixwazin. Ya ku me bi ser bixe ji wê yekitî be. Bila kurd neyên van lîstikan. Ji bo başiya me hemuyan divê berjewendiyên takekesî neyên parstin û berjewendiyên gel esas bên girtin.”   ‘Divê em zilmê li hev nekin’   Dayika Aştiyê Sureya Almaz jî  herî dawî wiha got: “Em weke dayikên Aşitiyê bang dikin, em her cure îşkence, zilm û zext jiyan. Pêwîste em bizanabun van re têbikoşin. Ji bo başiya me hemûyan pêwîste pevçun were rawestandin. Em şer naxwazin. Şer wê dawî li têkoşîna kurdan bîne. Her kes vê yekê dizane û ji ber wê yekê agirê di navbera me de ye germ dikin. Me kurdan zilm ji her kesî dît, bila em êdî ji hev nebînin.”