'Ji bo pêşketina aboriyê gelek projeyên me hene' 2020-12-02 09:01:41   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliya Necar derbarê Zagona Qeyser û bandora bilindbûna rêjeya dolar de axivî. Xaliyayê bal kişand ser girîngiya afirandinê û got: " Em dikarin bandora Zagona Qeyser bi afirandinên girîng û aboriya xwe ya xurt bişkînin. Ger em aboriya xwe xurt bikin em ê pêş bikevin."   Bi biryara derketin û pêkanîna Zagona Qeyser a li Sûriyeyê, bandoreke mezin li ser lîreyê Sûriyeyê hat kirin. Rêjeya dolar bilind bû û gelek zerar li hemû gelên Sûriyeyê kir. Bi bilindbûyina rêjeya dolar re, gelek zehmetiyên ber bi çav gihaşt şêniyan.Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Xaliya Necar nêrînên xwe parve kir.   'Zagona Qeyser qeyranek mezin li ser jiyana gel ava kir'    Xaliya di destpêka gotina xwe de bal kişand ser bilindbûna rêjeya dolar û zehmetiyên ku gel dijîn û wiha got: "Bilindbûna dolar bandora neyînî li ser dewletên hegemon nake. Bandoreke neyînî li ser gel dike. Her dolar bilind dibe jiyana mirovan jî zehmet dibe. Bi taybet kesên ku bi keda xwe û bi rengekî rojane ji bo pêdiviyên zarokên xwe bi cih bînin dixebitin, bandorek neyînî li ser wan dike. Dema ku zagona Qeyser li ser Sûriyeyê ket meriyetê, qîmeta lîreyê Sûriyeyê nema û dolar jî her roj bilind dibe. Pêdiviyên ku ji derve dihatin bi buhabûna dolar dihatin hesibandin û wiha jî dihatin firotin. Ji bo wê zirara herî mezin gel dît. Zagona Qeyser qeyranek mezin li ser jiyana gel ava kir."   'Bi afirandina projeyan em ê li hemberî bilindbûna dolar bisekinin'   Xaliya da zanîn divê ew li hember vê zagonê projeyên nû ava bikin û wiha pê de çû: "Bilindbûna dolar di destê dewletên hegemon de ye, di pêşerojê de dibe ku rêjeya dolar hîn bilindtir bibe. Her wiha aborî û siyaset bi hev re girêdayî ne û îro jî ev siyaset ji aliyê dewletên hegemonîk ve li ser gel tê meşandin. Ji bo ku em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember bilindbûna dolar bisekinin û bandora neyînî ya li ser xwe tune bikin, pêwistî bi avakirina projeyên mezin û nû hene. Divê em projeyên xwe li hemû herêm û qadan ava bikin da ku gelê me sûdek baş jê bigire. Her wiha avakirina projeyên çandî ya di aliyê tenduristiyê de jî gelek baş e, ji ber ku hemû berhemên me wê bi destên me bin û xwezayî bin."   'Gelek tedbîr hatine girtin'   Xaliya di dewama gotina xwe de bal kişand ser bazirganiyê û got: "Divê di bazirganiyê de ev qeyran veneguhere fersendê. Beriya ku ev zagon bikeve meriyetê pir bazirganan tiştên xwe xistibûn depoyê, dema dolar buha bû wan jî li gor dolar tiştên xwe buha kirin û vê yekê jî zirarek pir mezin da gel. Hemû gelê me bi lîreyê Sûriyeyê kar dikin, lê bazirganên me bi dolaran kar dikin û amûrên xwe difroşin. Gelek tedbîr û biryar  di nava herêmên me de hatine girtin da ku li hemberî bilindbûna dolar were sekinandin. "    'Em dikarin bandora Zagona Qeyser bi aboriya xwe bişkînin'   Xaliya diyar kir ku ew dikarin bi rêya têkoşîna xwe badora neyînî ya Zagona Qeyser bişkînin û wiha domand: "Em dikarin bandora Zagona Qeyser bi afirandin û aboriya xwe ya xurt bişkînin. Ger em aboriya xwe ava bikin wê hemû civak wekhev be û tu ferq û cudayî di navbera wan de tune bin û armanca Zagona Qeyser jî wê pêk neyê. Çareseriya vê qeyranê ew e ku em pêdiviyên xwe yên jiyanê ji ser axa xwe temîn bikin. Ji bo wê divê em aboriya xwe bi xwe ava bikin, projeyên çandiniyê pêş bixînin, bazirganî û pîşesaziyên xwe berfireh bikin. Ev yek jî ji hemû kesan tê xwestin da ku hemû kes sûdê jê bigirin."   'Ji bo pêşketina aboriyê gelek projeyên me hene'   Xaliya di dawiya gotina xwe de pilansaziya xwe ya di pêşerojê de anî ziman û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku em buhabûna dolar bişkînin û aboriya xwe pêş bixin gelek projeyên me yên mîna çandiniyê hene. Me giranî daye projeyên çandiniyê û berfirehkirina projeyên çandiniyê ya di nava bajarê me de. Di aliyên bazirganî û pîşezaziyê de jî projeyên me yên aborî hene û niha jî li ser wan tên sekinandin. Ji bo ku aloziya Sûriyeyê di hemû aliyan de were çareserkirin, pêwist e yekîtî û hevgirtina Gelê Kurd û bi taybet hevgirtina jinê di hemû aliyan de hebe û em  ji hemû aloziyan re bibin bersiv."