HDP'ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-12-01 17:28:39   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, di derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek da, binçavkirin şermezar kirin û got: “Em ê biryara berxwedana demokrasiyê mezin bikin û em ê teqez bi ser kevin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, di derbarê lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin û di encamê de 21 kes hatin binçavkirin li ber avahiya HDP’ê ya navendê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên navend û navçeyê jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin.   ‘Ev operasyon parçeyek operasyona întîqamê ye’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Îktîdara AKP-MHP’ê li her devera welat polîtîqaya tirs,  zext û bêhêviyê dide meşandin û polîtîqayên şer dide meşandin. Bi destên darazê li ser hêzên mûhalîf zext tên kirin. Faşîzm, li dijî kesên ku li ber xwe dide û dibe hêvî êrîşên xwe didomîne û dixwaze wan bide sekinandin. Ev operasyon li dijî azadî, demokrasî û aştiyê ne. Ev operasyon parçeyek qirkirina siyasî û operasyona tolhildanê ne. Ev jî nîşan dide ku nîqaşên ‘reformê’ tên çi wateyê. Ev pêkanînên îktîdara AKP-MHP’ê tunekirina hiqûqê ne û mezinbûn faşîzmê ne. Her wiha ev operasyon carekedin nîşan dide ku çawa ditirsin.”   ‘Em ê teqez bi ser kevin’   Di daxuyaniyê de bal hati kişandin ser êrşên ku tên kirin û ev tişt hat gotin: “Ev operasayon ne bi tenê li dijî partiya me HDP’ê her wiha di şexsê partiya me de li dijî edalet û demokrasiyê, hevserokatî, vîn, pergala azadiya jinê û têkoşînê hatine kirin. Îqtîdara AKP-MHP ji bo ku îktîdara xwe biparêxe kesên muhalîf û berxwedêr hedef girtine. Lê belê bila bizanibin ku ev êrîş me bi hêztir dikin. Hûn bi êrîşên xwe yên faşîzane çixwasî êrîş bikin jî em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin. Em ê teqez bi ser kevin. Em van biçavkirinan şermezar dikin û demildest hemû hevalên me berdin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Em ê bi berwedanê bi berxwedanê bi ser kevin “Êrîş nikare me bide sekinandinhatin berzkirin ve bi dawî bû.