Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-12-01 15:38:55   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç,  ji bo ku sibehê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 mehan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de, ligel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû û ev qedexe hîna jî dewam dike.