Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin 2020-12-01 13:10:53   AMED - Li Amedê du jê jin 3 kes di encama serdegirtina mala xwe de hatin binçavkirin.   Li Amedê di serdegirtinên malan ku serê sibehê hatin kirin de endama Meclisa Şaredariya Licê Emîne Kaya, Rêvbera HDP'ê ya Reanê  Suna Guneş û Endamê Meclisa HDP'ê Resul Sadak hatin binçavkirin.   Kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Muduriyeta Polîsan ya Amedê.