Ozcan ê ku leşkeran ew qetil kir hat definkirin 2020-12-01 12:28:57   COLEMÊRG - Duh di saetên berê êvarê de leşkeran li gundê Berûh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê gule li 3 zarokên ku çibûn seyranê û berhevkirina berûyan barandin. Di encama gulebaranê de Ozcan Erbaş (16) di encama guleberanê de jiyana xwe ji dest da.  Walîtiyê îda kir ku leşkeran gule bera ezmana dane.    Duh di saetên berê êvarê de leşkeran li gundê Berûh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê gule li 3 zarokên ku çibûn seyranê û berhevkirina berûyan barandin. Di encama gulembaranê de zarokê bi navê Ozcan Erbaş ê 16  salî ji ber guleya li pişta wî ket giran birîndar bû. Şahidên bûyerê diyar kirin ku Ozcan bi saetan li erdê maye û ji ber ku zêde xwîn jê çûye jiyana xwe ji dest daye.   Piştî otopsyê hat definkirin   Ozcan ê bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî cenazeyê Ozcan hat otopsîkirin birin li gudê lê dima yê Ruborkê defin kriin.    Walîtiyê di daxuyaniya derbarê bûyerê de da Ozcan wekî kesipkar bi nav kir û îda kir ku leşekran gule bera esmana daye.