12 sal û 6 meh ceza li mêrê êrişa zayendî kir, hat birîn 2020-12-01 12:28:00   MÊRDÎN - Duyemîn danişîna bersûcê êrîşa zayendî hat dîtin. Li Yahya Kaymaz ê êrişa zayendî li zarokekî kir 12 sal û 6 meh ceza hat birîn.    Li Mêrdînê di destpêkê de bavê zarokeke biçûk ê bi navê Î.K. li dijî wê êrişa zayendî dike. Piştre zarok li Saziya Parastina Zarokan dimîne. Zaroka ku bi wesîleya serlêdana malbatê diçe gel diya xwe, vê carê ji aliyê xalê xwe Yahya Kaymaz ve bi êrişa zayendî rû bi rû tê hiştin. Piştî giliya zarok Yahya Kaymaz tê binçavkirin. Di serî de piştî îfadeya Yahya tê girtin serbest tê berdan, lê bi berxwedana parêzaran di 3’yê Tîrmehê de bi sûcê “îstismara zarokan” Yahya hatibû girtin.   Îro jî duyemîn danişîna Yahya Kaymaz ê êrîşa zayendî li zarokekê kir li 1'emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê hat dîtin.  Şandeya dadgehê sûcê Yehya Kaymaz ê êrişa zayendî erê kir. Di encamê de Yehya Kaymaz ê bi SEGBÎSÊ beşdarî dirûşmê bû 15 sal ceza girt, lê ji ber rewşa baş cezayê wî daxistin 12 sal û 6 mehan.