Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ters kelepçe kirin û binçav kirin 2020-12-01 12:06:39     ŞIRNAK - Li Şirnexê di serdegirtina malan de Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu bi lêdan kelepçekirina ters hat binçavkirin. Dayika bêrîvanê Nazîre Kutlu bertek nîşanî pêkanînên li hemberî keça xwe da û got dijqanûnî tevidgerin.   Di encama operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin, li Şirnex û navçeyên wê polîsan bi ser gelek malan de girt û Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî di navê de 17 kes hatin binçavkirin.  Polîsên ku bi ser mala Bêrîvanê de girtin lêdan, ew terz kelepçe kirin û binçav kirin.    Cîrana Bêrîvanê Sabriye, anî ziman ku dema bi ser mala Bêrîvanê de hatiye girtin li ber deriyê malê bûne, lê polîsan destûrê nedane ku bikevin malê û wiha got: “Serê sibehê saet di 5’an de bi ser malê de girtin. Derî û paceye şikandin. Dema ku bi ser malê de girtin destûr nedan ku em bikevin malê. Paceya deriyê têketina malê hemû şikandin. Deriyê malê jî şikandin.  Me xwest em derkevin jorê lê belê polîsan me asteng kir. Pîştî ku polîs derketin û em ketin hundir mal hatibû belavkirin û nivîn jî yek bi yek hatibûn valakirin. Heta bi quran jî avêtibûn orta malê. Dema ku em li jêr û polsî di hundirdebûn jî dengê qerînê ji hundir dihat û dayika Bêrîvanê jî ne li malê bû. Li gel bêrîvanê hevala wê Meryem Eşkara jî hat binçavkirin.”   ‘Li gor qanûnê tevnagerin’   Dayika Bêrîvanê Nazîre Kutlu jî bertek nîşanê pêkanînên polîsan da û got: “Ez ne li malê bûm, li Silopiyê bûm. Ev tiştên hatine kirin zilm e û em  qebûl nakin.  Ev çawa dewlet e ku kesan bi vî awayî binçav dike.  Ger ku dozger telefon bikira bigota were îfadeyê bide dê keça min biçûya. Ev tiştên hatine kirin em qebûl nakin. Keça min bi lêdanê kirine binçavan. Ev ji bo me heqaret e. Bêrîvan bi dehan caran hat binçavkirin. Berê 20 rojan keça min hatibû binçavkirin û îro carekedin hat binçavkirin. Nasnameya siyasî ya keça min heye û ev tişt nayê qebûl kirin. Bi van zextan dixwazin çi bikin. Ew li gor qanûnê tevnagerin. Bila dest ji van zextan berdin.”   Herwiha di 9’ê Mijdarê de ji aliyê Serdozgeriya Komara Cizîrê ve di encama lêpirsînekê de Bêrîvan Kutlu dîsa hatibû binçavkirin, piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervayî welat serbest hatibû berdan.   Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ye: "Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Nafiye Geçgel, endamên Meclîsa Giştî ya Navendê ya HDP'ê ku ji peywirê hatin dûrxistin Elfesya Nas û Asuman Kulter, rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, endamê KCD'ê Ekrem Şavluk, Yakup Barkin, Cemîl Gûn, Hevserokê HDP'ê yê Silopiyê Kadîr Kunur, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê ya berê Aycan Azmaz, delegeyê KCD'ê Aydin Denîz, Hevseroka DBP'ê ya Navendê ya berê Ayşe Altay, rêvebirê HDP'ê yê navendê Dursun Çakir, endamê KCD'ê yê berê Alî Gûven, Hevseroka DBP'ê ya berê ya Gundikê Melî Leyla Erdem, endamên HDP'ê Meryem Eşkara û Resul Sadak."