Aktivîsta TJA'yê û endama PM'ê ya HDP'ê hatin binçavkirin 2020-12-01 10:04:27   DENÎZLÎ - Aktivîsta TJA'yê û endama PM'ê ya HDP'ê Şerife Yildirim bi serdegirtina malan hat binçavkirin.   Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Denizliyê serê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Cevahir Kayar û Endama PM'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şerife Yildirim hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku çalakiyên TJA'yê wekî hincet hatiye nîşandan û Cevahir, Şerife hatine binçavkirin. Cevahir û Şerife birin Şaxa TEMa Denizliyê.    Hat diyarkirin ku di  dema lêgerîna malê de alavên Cevahirê hatine belavkirin û zarokên wê ji vê yekê bi awayekî ne baş bi bandor bûne.