Bila dengê girtiyan bê bihîstin 2020-12-01 09:05:24   AMED - Malbatên ku ji rewşa zarokên xwe li girtîgehan bi fikarin bi destpêkirina greva birçûbûnê re fikarên wan du qat zêde bûn. Dayika Yazgul Şahîn a girtî, Zehra Şahîn bang kir ku li girtigehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne û diyar kir ku divê dengê girtiyan bê bihîstin.    Yek ji qada ku herî zêde binpêkirina mafan lê tê kirin girtigeh in. Bi  Vîrûsa Koronayê(covıd-19) ku her diçe belav dibe re jiyana girtîyan bêhtir dikeve xeterê. Girtiyên ku li dijî van binpêkirina qet bêdeng namînin, ji ber ku di hundir de ne herî zêde berteka xwe bi grevên birçîbûnê ku didin destpêkirin tînin ziman. Bi belavbûna şewba koronayê û destpêkirin grevê re gûmanên malbatan jî zêde dibin û ji bo wan dikevin nava fikaran.  Yek ji van malbatan jî Malbata Yazgul Şahîn a 4 sal in girtî ye û li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê ye. Dayika Yazgulê Zehra Şahîn a ku ji jiyana keça xwe bi gûman e wiha got: “Em zilmê naxwazin. Em aşitiyê dixwazin. Em dixwazin zarokên me ji bin wê zilmê derkevin. Deriyê girtîgehan bila bê vekirin û bila bes kezeba me dayikan bişewite.”   ‘Hemû mafên wan tên binpêkirin'   Zehra da zanîn ku Yazgul 2016’an de hate girtin. Ewilî birin Tarsûsê. Ji Tarsûsê jî sirgûnê Kayseriyê kirin. Gelek zilm li keça min tê kirin. Pirtûkên wan ji wan tên sitandin. Nameyên wan jî carinan nayên dayîn û gelek mafên wan ên din tên binpêkirin. Em nikarin ji wan agahiyê bigirin. Em dixwazin ew zilm ji ser me û zarokên me rabe. Dema em diçin girtigehê ku zarokên xwe bibînin me lêgerîn dikin, tiştên me ji me digirin. Heta guharên guhê me jî ji me digirin. Em carekê dema çûn serdana Yazgulê, ji min re gotin 'tu ji bo kê hatiyî', Min got ez ji bo Yazgule hatime. Piştre gotin tu bi wî kirasî nikarî bikevî hundir. Bi vî awayî li malbatan jî zilmê dikin."   'Cezayê telefonê dane wan'   Zehra anî ziman ku çend caran cezayê telefonê dane keça wê û hevalên wê û ev tişt anî ziman: "Ew dibe sal û nîv me hê zaroka xwe neditiye. Gelek kes wisa hene. Her wiha nahêlin girtî hevalên xwe jî bibînin. Zilm û heqaretê li wan dikin. Dema ku girtî li hemberî wan binpêkirinan derdikevin jî ceza didin wan. Berê 20 deqeyan em dikaribûn bi telefonê bi Yazgulê re biaxiviya. Lê niha ji ber cezayê dane em tenê 10 xulekan dikarin biaxivin. Divê tiştekî wisa nehatiba kirin. Ji ber ku mafê wan tune ye li zarokên me zilmê bikin."    'Bila deriyê girtigehan vekin û zilm biqede'   Zehra destnîşan kir ku bila dengê girtiyan bê bihîstin û got: "Hin malbat hene ji ber ku rewşa wan destûrê nade nikarin biçin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Malbatan ji zarokên wan dûr dixin. Ji ber sedemên pûç û vala zarokên me tên girtin. Hema kî li dijî zilm û binpêkirinê deng derxîne an jî serî rake dibe hedef. Ne tenê zaroka min, zarokên gelek kurdan di girtigehan de ne. Bila êdî ew zilm biqede em aşitiyê dixwazin. Dixwazim bila hemû deriyên girtigehan bên vekirin. Di vê pandemiyê de jiyana zarokên me bêhtir dikeve xeterê de ye. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."