Xebatên kargehên jîneolojiyê berdewam in 2020-12-01 09:01:33   AMED - Rêvebera Komeleya Akademiya Jinan Sûzan Akîpa, diyar kir ku kargehên bi tevlîbûna mêran jî tên lidarxistin û got: “Mêrên ku beşdarî kargehên me dibin bêtir xwe nas dikin û bi bastıya xwe re rûbirû tên. Ji ber vê jî kargeh gelek  bikêrhatî ne.”   Kargeha Jîneolojiyê ku weke “zanista jin û jiyan” tê pênasekirin xebatên xwe heta îro bi domdarî dikin. Jinên ku li Komeleya Akademiya Jinê ya Amedê tên cem hev li ser mijarên etîk, estetîk, demografya, polîtîka, aborî, civaknasî, mîtolojî, ekolojî û hwd xebatan dimeşînin. Jinên Komeleya Akademiya Jinê bi periyodên hefteyê carekî û hefteyê 2 caran li kargehan dicivin. Li Akademiyê 2 cure kargeh tên çêkirin. Yek ji wan tenê jin beşdar dibin a din jî jin û mêr beşdar dibin. Rêvebera Komeleya Akademiya Jinan Sûzan Akîpa bi giştî behsa xebatên kargehên jîneolojiyê kir.     ‘Di destpêkê de li ser onlinê civîn hatin lidarxistin’    Sûzan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora metirsiya vîrûsa koronayê û got: “Şewba koronayê metirsiyek mezin li ser cîhanê kiriye. Ev şewb ji bo tenduristiya mirovan mesafeya civakî û fîzîkî ferz kir. Ev jî civakê ji çalakiyên çandî û civakî dûr xist. Kargehên jîneolojiyê jî ji ber şewbê gelekî zehmetî kişand. Lê kargehên jîneolojiyê ji bo ku ji vê rewşa kaotîk a pergalê derkevin di şert û mercên şewbê de jî li rê û rêçikan geriyan. Destpêka şewbê wek alternatîf me civînên online lidarxist.”   ‘Bîrdoziya  jîneolojî û kargehên jîneolojiyê temamkerên hev in’   Sûzanê bal kişand ser pêdiwiyên xebatên kargehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bîrdoziya jîneolojiyê ji kargehên jîneolojiyê, kargehên jîneolojiyê jî ji bîrdoziya  jîneolojiyê sûdê digre. Her du temamkerên hev in. Kargehên jîneolojiyê her çiqas bi giranî bi jinan re xebatê dikin jî kargehên bi jin û mêran re jî tên çêkirin. Di kargehên ku tenê jin beşdar dibin de hişmendiya zayendî bi bingeheke xurt bêtir berbiçav e. Di kargehên têkel de jî di çarçoveya îdeolojiya jineolojî û helwesta tevgera jinên kurd de pêkanîna veguherandina mêran a bi hêz û berpirsiyariya jinê berbiçav e. Mêrên ku beşdarî kargehên me yên têkel dibin, mêrê ku li hemberî jinan şîdetê dikin an jî potansîyela wan ê şîdetê heye, xwe nas dikin û bi bastıya xwe re rû bi rû tên. Ji bo vê jî digihîjin hişmendiya têkoşîna hevpar a bi jinan re. Ji ber vê jî kargeh gelek  bikêrhatî ne.”   ‘Em ser xweparastinê radiwestin’    Sûzan derbarê naveroka xebatên kargehan de ev tişt  gotin: “Yek ji çavkaniya xurt a kargehên jîneolojiyê Kovarên Jîneolojiyê ye. Heta niha 19 hejmarên Kovara Jîneolojiyê derketin. Di kargeha herî dawiyê de  em li ser hejmarên 17 û 18’emîn ên kovarê sekinîn. Di meha îlonê de TJA’yê li hemberî êrîşên fîzîkî, aborî, civakî, psîkolojîk û ekolojîk ên mêr û dewletê kampanyayek bi navê ‘Em Xwe Diparêzin’ dabû destpêkirin. Me jî di çarçoveya vê kampanyayê de li kargehan civîn li dar xistin û me xebatên xwe kirin. Her wiha em li ser hejmara 4’emîn a Kovara Jîneolojiyê ku li ser xweparastinê dosye hatibû amadekirin rawestiyan. Li ser gotarên vê dosyayê em hûr bûn û me li ser nirxandinan kirin.”   ‘Em li ser şîfa didîtin dihatin kuştin’   Sûzanê diyar kir ku ji ber şewbê her kes di nava lêgerînekî de ne û wiha pê de çû: “Beriya ku ev şewb têkeve rojevê, me ji bo tenduristiyê behsa teknîkên berê dikir. Me behsa şîfaya li xwezayê dikir. Ev mijar jî li kargehan bi jinan re hat nîqaşkirin. Di serdema neolîtîk û xwezayê de rêbazên tenduristiya xwezayî ya ku dapîr û bapîrên me bi kar dianîn hebûn. Ev rêbaz ji aliyê cadûyên ku bi zanyariyên xwe berbiçav bûn, ji bo nexweşiyan şîfa didîtin dihat bikaranîn. Ji ber vê yekê pîrebok  ji aliyê civakê ve hatin şewitandin û qetilkirin. Di van rojên ku em bi şewba koronayê têdikoşin de gelek giha û nebat ji bo şifayê ji aliyê gel ve tên xwarin û vexwarin. Yanî gel li rêbazên berê yên tenduristiyê vegeriyane. Em jî ji roja pêşîn de li ser vê fikra rêbazên berê yên tenduristiyê bûn û me li ser vê mijarê li kargehan gotûbêj kirin.”