ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-01 09:00:00   *Rêvebera Komeleya Akademiya Jinan Sûzan Akîpa, diyar kir ku kargehên bi tevlîbûna mêran jî tên lidarxistin û got: “Mêrên ku beşdarî kargehên me dibin bêtir xwe nas dikin û bi bastıya xwe re rûbirû tên. Ji ber vê jî kargeh gelek  bikêrhatî ne.” DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed derbarê biryar û daxwazên ENKS’ê yên li dijî zimanê kurdî wiha got: "Daxwaza ENSK'ê ji bo hemû Gelê Kurd ê ku bi salane ji bo vî zimanî têkoşîna xwe didin meşandin cihê mixabiniyê ye û li dijî hêvî û armancên Gelê Kurd e." DÎMEN HEYE     *Li Geverê tevî 4 sal ji ser derbas bûye jî şopên xwerêveberinê hîn hene. Jinên ku zehmetiyên dîtine rave kirin wiha gotin:"40 hezar tl zirara me hebû lê belê tenê 6 hezar tl dan me." DÎMEN HEYE   *Dayika Yazgul Şahîn a girtî, Zehra Şahîn bang kir ku li girtigehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne û diyar kir ku divê dengê girtiyan bê bihîstin. BI DÎMEN   *Endama Saziya Çandiniyê Evîn Ehmed rewşa çandiniyê ya li navçeya Til Temirê nirxand. Evînê bal kişand ser zehmetiyên di warê çandiniyê de û wiha got: “Tevî xetereya dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser navçeyê, şêniyên Til Temirê hewl didin çandiniyê geş bikin û aboriya xwe xurt bikin.” DÎMEN HEYE   *Yek ji deskeftiyên jinan ên herî sereke pergala hevserokatiyê ye. Lê îro ev destkeftî di bin êrşên cûr bi cûr de ne. Hevşaredarên jin ên ku li dewsa wan qeyûm hatine tayînkirin, destnîşan kirin ku ew tevî van êrîşan dev ji pergala hevserokatiyê bernadin. DÎMEN HEYE   *Hewildanên hêzên dagirker ên li Til Rifaetê êdî bi rengekî zelal eşkere dibe. Niha bajarok di nava pilanên dagirkeriyê de ye. Lihevkirinên ku di dema pêş de çêbibin hîn ne diyar in, lê ya diyar ew e ku gelek bazar li ser bajaroka Til Rifatê tên pêşxistin.    *Hat hînbûn ku Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin û bi nexweşiya pençeşêrê ya rehîmê ye nayê tedawîkirin. Malbata Rojbînê ya ku pêdiviyên xwe yên rojane bi zehmetî bi cih tîne, banga hestiyariyê kir.    *Hejmara meha kanûnê ya Rojnameya Jinê ya bi navê Newaya Jin bi manşeta "Dîktator tê darizandin!" derket.