TAJÊ li Şengalê civîn li dar xist 2020-11-30 17:01:52   ŞENGAL - Tevgara Azadiya Jinin Êzidî (TAJÊ) civîna xwe ya awarte li dar xist. Di civînê de hat gotin ew ê pergala xweseriya demokratîk bê parastin.    Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Civîna xwe ya du mehan li dar xist. Di civînê de rewşa li Şengalê hat nîqaşkirin. Her wiha di civînê de hat gotin ew ê destûr neyê dayin ku fermaneke nû bê dubarekirin.    Di civînê de hat ragihindan ku divê Şengal ji balafirên şer bê qedexekirin û hat xwestin kesên ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine girtin bên berdan. Her wiha cenazeyên ku hatine desteserkirin bên teslîmkirin. Di heman demê de di civînê de jinan bal kişandin ser peymana di navbera Bexdayê û Hewlêrê de hatiye imzekirin û hat gotin divê sewqiyata leşkerên li Şengalê bi dawî bibe û hat gotin ew ê TAJÊ li hember hemû plan û hesabên qirêj li berxwe bide û pergala xweseriya demokratîk bê parastin.