Ji girtiyan peyam: Heta serokê me azad bibe em ê li ber xwe bidin 2020-11-30 16:24:52   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tên girtin û di greva birçîbûnê de ne gotin, "Heta tecrîd bi dawî bibe û Rêberê me azad bibe wê berxwedana me bidome."   Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçûbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Greva ku li hemû girtîgehan belav bû di roja 4'emîn de berdewam dike. Girtiyê di grevê de bi rêya malbatên xwe ji desrve re peyam şandin.   Girtiyan banga hestiyariyê kir   Saadet Akin, Neclia Yildiz û Arjîn Yuksekbag yê ku li girtîgeha Sînanê ya jInan gitî ne bi rêya malbatên xwe ev peyam şandin: "Heta ku tecrîd bi dawî bibe û Rêberê me azad bibe wê berxwedan bidome. Em banga hestiyariyê li her kesî dikin."