Nasnameya du kesên jiyana xwe ji dest dan aşkera bû 2020-11-30 15:26:18   MÊRDÎN - Di encama operesyonên li bejahiya Kerboranê hatin destpêkirin  de 2 jê şervanên YJA Starê, 1 jî yê HPG'ê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan nasnameya 2 kesan aşkera bu.   Di encama Operesyonên li bejahiya Kerborana Mêrdînê, 2 şervanên YJA Starê  û 1 jê HPG’yî li navçeya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn. Kesên jiyana xwe ji dest dan Cenzayê wan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên girtin û radestî malbatên wan nayên kirin.   Beriya niha malbateka ku ji Êlihê hatiye cenazeyê  Medenî Oguz (Rêber) ê HPG'yî teşîs kirin û ji bo testa DNA'yê xwîn dan. Îro jî malbata ku ji Kerboranê hatine ji bo cenazeyê Meryem Çelebî  serî li Komeleya Çand, Yekitî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) dan. Malbatan ji bo serdozgeriyê daxwazname şandin û ji bo testa DNA'yê xwîn dan.   Ji 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dan nasnameya 2 kesan hat akşkerakirin.