Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen hat girtin 2020-11-30 15:11:10   ENQERE - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen a di 27'ê Mijdarê de li Enqereyê hatibû binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin jî di nav de 8 kesên ku di 27’ê mijdarê de li Enqereyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen, bi angaşta “endamtiyê rêxistinê” hat girtin.   Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê  Hakan Yalçin, Dogan Keleş, Tûnahan Gozlugol û Mesût Çîftçî bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emrah Akbay, Nûrten Pala û Tulay Keklîkçî jî şer tê kontrola edlî ya hefsa malê  hatin berdan.    Hat hînbûn ku Mahmût Altan ê 73 salî jî piştî bidawîbûna kirariyên xwe yên li miduriyeta polisan hatiye berdan.